Berxwedana Rûmetê: Li Serêkaniyê dagirkeran derbeyeke mezin xwar, 27 hatin kuştin

Ji şevê din heta niha li Serêkaniyê şerên giran rû didin. Şervanên QSD`ê derbeyên giran li dagirekran dan û di encamê de, 27 leşker û çeteyên dagirker, hatin kuştin.

Berxwedana Rûmetê ku di roja xwe ya 6`an de ye dewam dike.  Şervanên QSD`ê li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixe.

Artêşa dagirker û çeteyên wê, şevê din di aliyê bakur û rojhilatê ve hewl da Serêkaniyê dagir bike. Şervanên QSD`ê hewldana dagirkeran şikand û şerên giran heta vê kêliyê dewam dike.

Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de, 27 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, di heman demê de 2 panzêr, 1 bildozer û 2 tireks ên artêşa dagirker hatin teqandin.

Ji aliyekî din ve jî, balafirên artêşa dagirker û topavêjin wê bênavber Serêkaniyê topbaran û bombebaran dikin.

Şerên giran dewam dikin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din