Berxwedana reqayîyan di roja duwem de didome

Şêniyên bajarê Reqayê yên ku li ser sînor li berxwe didin gotin: “Bi dirêjahiya sîrnorê Sûriyê-Tirkiyê em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta ku civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û mafnas li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekirin. Her wiha da ku ji hemû cîhanê re isbat bikin ku li pişta hêzên xwe yên leşkerî ne ku di oxira parastina me de 11 hezar şehîd dane.”

Şêniyên bajarê Reqayê li navçeya Silûkê çalakiya xwe li ser sînorê bi Tirkiyê re, di roja duyemîn de berdewam dikin. Her wiha diyar kirin ku rejîma Tirkiyê bi êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê, hewldana dagirkeriya herêmê dike û beramberî vê yekê civaka navdewltî bê deng e.

Di vê derbarê de li ser navê Meclisa Sivîl a Reqayê Lûy Îsa got: “Em ji rejîma Tirkiyê re dibêjin, êdî bese divê tu têkiliyên xwe bi dewletên cîran re xweş bike. Em şer naxwazin, berevajî vê  yekê em aşîtiyê ji hemû cîhanê re dixwazin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rûyê Filistînê ku behsa wê dike, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd dane û di oxira azadiyê de wê bidin jî. Em îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beramberî helwesta civaka navdewletî, ji êrîşên dewleta Tirk ku di encamê de bi dehan sivîlên bê guneh bûne qurban, şerm dikin, ey gel û rêxistinên cîhanê li dijî êrîşên dijminahiya Tirk helwest were danîn.”

Her wiha bi navê Buroya Ewqafan a Reqayê Mihemd Alî El-Alî axivî û got: “Dewleta Tirk ji hemû cîhanê re xeterî ye, nexasim ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ku bi hebûna hêzên leşkerî re bi aramî û ewlehî dijiyan. Em şêniyên xwe yên bajarê Efrînê ji bîr nakin, ku di encama bêdengiya navdewletî de re bûn qurban û rojane li dijî mirovahiyê. Ev jî hemû bi rêya komên terorîst ku rejîma Tirkiyê li pêşiya çavên civaka navdewletî destekê dide wan.”

Her wiha bi navê Adaleta Civakî ya Reqayê Îsmalîl Mistefa axivî û got: “Dewleta Tirk êrîşî gelê Sûriyê dike, ka civaka navdewletî? Gelê Sûriyê di oxira azadiya xwe de bi hezaran şehîd dan, em ji hemû cîhanê re dibêjin, rejîma Tirkiyê hewl dide bi rêya dagirkeriya Sûriyê re, dîroka dubare bike û civaka navdewletî jî bê deng e. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, hêj rihê berxwedanê di damarên me de heye, hêj fikirê Netewaya Demokratîk armanca me ye û daxwaza pêkanîna aşîtiyê ji hemû cîhanê re ye, her wiha em ji vîna xwe ya siyasî û leşkerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, isbata piştgiriyê dikin.”

Bi navê Meclisa Jinên Reqayê Meryem Îsa axivî û got: “Sedema bêdengiya civaka navdewletî beramberî êrîşên dewleta Tirk çi ne? Gelo destekdayîna ji rêxistinên terorîst re, ku ev jî ji berdêla dewletên cîhanê dike û QSD`ê jî bi hezaran şehîd dide?

Şêniyên bajarê Reqayê berxwedaniya xwe li ser sînor berdewam dikin.

(eh)


Mijarên Din