‘Berxwedana li Serêkaniyê derbên mezin li hesab û armancên dijminên Kurdan xistine’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK Cemil Bayik, peyamek ji 19’emîn Kongreya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re şand, got: "Serêkaniyê û Girê Spî berxwedanek rûmet û leheng nîşan didin, wan derbên mezin li hesab û armancên dijminên Kurdan xistine û danezana wan şikandine."

Hevserokê Konseya Reveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji 19’emîn Kongreya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re şand.

Peyama Bayik ji aliyê endamê KNK’ê Ahmet Aktaş ve hate xwendin.

Peyam Hevserokê Konseya Reveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

“Hûn Kongreya xwe, di qonaxek dijwar a ji bo dîroka Kurdistanê giring de pêk tînin. Rojhilata Navîn, di nava cengek wisa weke ya serdema Cenga Cihanî ya 1.de dijî. Li Rojhilata Navîn, hevsengiyên nû û li ser van hevsengiyan statuyên nuh wê werin avakirin. Hemû hêzên siyasî yên cîhanê û herêmê, ji bo ji vî şerî bi qezenc derkevin hemû derfetên xwe didin xebitandin. Ji bo vêna jî, di despêkê de hewldanên xwe yên ji bo hevalbendiyê xurtir dikin. Ev rastî, Kurdan jî mecbûr dike ku berî her tiştî yekîtiya navbêna xwebixwe pêkbîne. Heta hêzên siyasî yên Kurdan, di navbêna xwe de têkiliyên xwe sererast nekin û yekîtiya neteweyî çênekin, têkilî û hevalbendiya wan a li gel hêzên derve jî ti baweriyê nade. Wexta Kurd bûn yek, ji aliyê hemû hêzan ve bawerî û cidiyeta wê zêdetir dibe. Bêgûman hûn KNK, xwedî hişmendiya vê heqîqetê ne. Lê li ber çava ye, ku di van şerd û mercên giran ên cengê yê Rojhilata Navîn de, çendîn pêdivî bi yekîtiya Kurdan ve heye û çendîn giringe?

Em di Rojhilata Navîn de behsa hebûna cenga 3’an a cîhanî dikin. Di vê cengê de, li vê herêmê hevsengî û statuyên nûh tên avakirin. Ev tê wateya ku gelê Kurd, ew ê di vê cengê de qelenê giran bide. Eger em, bi xurtî li ser pîyên xwe ranewestin, bi rastî û bi bandor tênekoşin, ew derfet û fersendên hêja ji destê me direve û dibe ku em destkeftiyên xwe jî ji dest bidin. Lê divê em bizanin, êdî ji binkeftin û şikestinê re tehamula Kurdan nîne. Ji destdayîn û binkeftin, tê wateya ku em bi qirkirinek mezin re rûberû dimînin. Lewma divê hemû gelê Kurd; hêzên siyasî, hunermend, nivîskar, rewşenbîr û hwd.herkes, bi berpirsiyarî vê pêvajoyê pêşewazî bikin. Dijminên Kurdan, ji bo qirkirina netewî rijdin (bi israrin), ev jî radixe ber çavan ku divê ev pêvajo çawa were pêşewazîkirin.

Dibe ku li cîhanê, bi tenê gelê Kurd maye rûberûyê qirkirina neteweyî. Dibe ku di vê cenga cîhanê de, neyarên Kurdan, bi hêza xwe ya siyasî, leşkeri, aborî, diplomasî û jeopolîtîk, bixwazin ew siyaseta xwe ya qirkirina netewî ku li ser Kurdan dimeşîne temam bikin. Ji xwe dewleta Tirka, vê siyaseta xwe ya qirkirina neteweyî pir aşkere him di parêze û him jî di pratikê de te pêktîne. Her çendîn hemû dewletên mêtinger û dagirkerên li ser Kurdistanê, heman polîtîkaya qirkirinê dimeşînin jî, lê ev hilwesta giran a dewleta Tirika, hîn pirtir wan bi curet û cesaret dike. Erê Destûra Bingehîn a Iraqê hebûn û statuya Kurdan pejirandiye. Lê eger li perçeyên Kurdistanê yên din têkoşîna azadiyê û demokrasîyê bi sernekeve, destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê jî ew ê ne di ewleyê de be û wê her rûberûyê xeteriyê be. Her çendîn li her perçeyekî taybetmendiyên xwe yên cûda jî hebin, lê hemû bi bingehîn xwedî yek çarenûsê ne. Xetera li ber çavan 4 perçebûn e û ev perçebûn bi xwe re, dema ku pirsa Kurd dikeve rojevê, hema bi lez hevalbendiya çar dewletên dagirker jî misoger dike. Lewma, ew hêza polîtik a Kurdî ku bi vê naverokê ya yekîtiya neteweyî li pirsgrêkê ne nêre, tê wateya ew di nava şaşiyek mezin de ye. Em nikarin ji rastiyê bi revin. Divê em, li goreyî pêdiviyên rastiyan tevbigerin, ji ber ku dahatuya me ya azad û demokratî bi vê bîrûbaweriyê ve girêdayî ye.

Dîroka têkoşîna me ya azadiyê ya di sedsalên 20 û 21’ê de, ji me re daye xuyakirin ku, heta li Rojhilata Navîn û li welatên wê yek bi yek demokrasî lê neyê rûniştandin, ewlehiya jiyana azad û demokrat a Kurdan nikare misoger bibe. Lewma têkoşîna azadbûnê ya Kurdan, nikare ji têkoşîna demokratizekirina yekoyeko dewletan û bi giştî ji ya Rojhilata Navîn cuda were nirxandin. Ji ber ku siyaset û mêtingeriya li ser Kurdan tê meşandin, ne weke ya her netewekî an gelekî ji rêzê ye, cuda ye. Hewldana qirkirina neteweyî li ser Kurdan tê meşandin. Heta ku ev polîtîka qirkirinê neyê şikandin, li ti perçeyên Kurdistanê, bi temamî ewlehîya hebûna neteweyî nikare pêkwere. Hilbet divê hemû tevgêrên Kurdan, xwedî cewherekî demokratî û demokrasiyê bin. Ji xwe di bernameyên hemû hêzên siyasî yên Kurdan de, ev armanc tê nîşandan. Her wiha pir giring e ku em têkoşîna vê demokratîzekirin û demokrasiyê, li cem xwe bi tenê sînordar nehêlin, em gelên cîran û gelên herêmê jî bikin hevparê vê têkoşîna demokratîzekirinê. Hilbet divê, em, li gel hemû saziyên demokrasiyê yên cîhanê di nava têkiliya de bin û em wan jî bikin çavkaniyên têkoşîna xwe yên hêzgirtinê. Heta ku bi xurtkirina demokratîzekirin re, hêzên qirker ên mêtingerên dujminên Kurd, ji hole neyên rakirin, dawî li xetera qirkirina netewî ya li ser Kurdan nayê. Em di wê baweriyê de ne û pir girîng e ku tevgerên siyasî yên Kurd, vê baweriyê, bikin şaxekî hişmendiya stratejiya siyaseta xwe ya azadiyê.

Îro aşkere diyar e ku li Rojhilata Navîn, yê xwedî hêza herî xurt a zihniyet û çanda demokrasiyê Kurd in. Tê zanîn, li vê Herêmê civaka herî zêde hatiye eciqandin û zulim lê hatiye kirin jî Kurd in. Her wiha ji ber ku ji bo azadbûna jinê giringî bi xurtî hatiyê dayîn, vêna jî di xurtbûna hişmendiya demokrasiya Kurdan de rolekî hêja lîstîye. Ji ber vê daneheva hişmendiya demokrasiya xurt a Kurdan, Kurd dikarin him di warê civakî û him di warê siyasî de pêşengiyê ji demokratîzekirinê re bikin. Her wiha dikarin vê taybetmendiya xwe ya hêja, di nava tevgêrên siyasî de ji bidin xebitandin û ji bo tevdîr û tifaqa neteweyî jî rolek bi rûmet bilîzin û bibin gelê herî xurt ê Rojhilata Navîn. Ev derfet û firset derketiye holê. Lê mixabin di nava hêzên siyasî yên Kurdî de, têkiliyek demokratik û platformek wisa xurt nehatiye afirandin, lewma ev potansiyela hêja negihiştiye wê rola xwe ya mafdar. Lewma divê afirandina têkiliyên demokratik a nava hêzên siyasî yên Kurdan bi lezgînî pêk were û ev karekî sereke û yekemîn e yê li ber me ye.

4 Perçebûyîna Kurdistanê, ne bi tenê hêza Kurdan perçe kiriye, belê hêza dujminan jî 4 caran heta 16 caran zêdetir kiri ye. Ev jî, pêdiviya yekîtiya netewayî çendîn ferz dike li ser me careke din dide xuyakirin. Raya giştî ya Kurd, di astek bilind de bûye xwedî hişmendiyek neteweyî. Her wiha di nava gelê Kurd de jî ev daxwaza yekîtiya neteweyî û hişmendiya demokrasiyê bilind bûye. Zemîna hevgirtina yekîtiya neteweyî, pir alî xurt bûye. Lê mixabin ev hest û daxwaz, di navbêna hêzên siyasî de paralelî vê zemînê û daxwaza civaka Kurd nameşe.

Heval û delegeyên bi rûmet!

Di vê serdema me de, du caran li ser du bûyeran, zemînê bi hêz derketin holê, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî. Bûyera yekemîn; li Başûr, afirandina aloziya li Kerkûkê û pêve girêdayî êrîşa li ser Referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû. Bûyera dûdan; êrîşa li ser Şoreş û deskeftiyên Rojava ye.

Di her her dû bûyeran de jî, êrîş li ser îradeya serbixwe ya daxwaza jiyanek azad a xweser a gelê Kurdistanê ye û êrîşkarê sereke jî her heman dewleta Tirk a Erdogan e.

Êrîş û destêwerdana Şoreşa Rojava ya dawî, di 9.10.2019 de destpêkir nuha jî her dewam dike. Li gorî gotina medya Tirkan, aşkere qirkirinek neteweyî tê meşandin; di hefteyekê de bi sedan kes hatiye şehîdkirin û zêdeyî hezarî jî birîndar e.

Li himberî vê qirkirinê, him gelê me û him jî tevgêra pêşeng a Xweseriya Demokratî, berxwedanek lehengî û destanî didin meşandin. Mirov bi hêsanî dikare bêje bi taybetî li Serêkaniyê û li Girê Spî, belê bi gelemperî ew xweragiriya bi wî ruhê pir bi rûmet û qehremanî tê meşandin, derbeya mezin li hesab û armancên dijminê Kurd dide û îrada wî dişkîne, her wiha hêvî û baweriya gelê Kurd û dostên gelê Kurd û mirovahiya cîhanê bilind dike û îradeya wan xurtir dike.

Gelî hevalên hêja

Ji me hemûyan re aşkere diyar dibe ku vê berxwedana gelên me yên Rojava, zemînek pir mezin pêşkêşî me dike, ji bo ku em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Va karê bi rûmet jî bê gûman dikeve ser milê me endam û rêveberên KNK’ê.

Ji xwe em bala xwe bidin her çar perçeyan û derveyî welat jî; hema hema em dibînin, li dijî êrîşkariya dewleta Erdogan, hemû gelê me, hemû pêkhateyên Kurdistanê û hemû dost û gelek demokrat, bi hev re rabûne xwepêşandanan; cudahiya partî û rêxistinî danine rexekî.

Hema hema em dibînin, di jiyanê de, hem yekîtiyek netewayî û him jî yekîtiyek navnetewayî pêkhatiye. Bi tenê yekîtiya me ya siyasî kêm maye. Ev bar û berpirsiyarî jî dane ser milên me. De fermon em bi erk û peywirên xwe rabin!

Hevalên hêja!

We bi navê KNK’ê kar û xebatên giring û bi rûmet bi rêve birine. Lê weke hûn jî dibînin êdî em ketine qonaxek nuh û lewma divê em pêngavên nuh bavêjin. Weke mînak, divê beşdariya endamên KNK’ê pirtir bibe. Ji ber ku hişmendî û pêdiviyên civaka me mezintir û berfirehtir bûye. Lewma divê li gel nûnerên hêzên siyasi, nûnerên civakê yên pir alî karibin beşdarî karê KNK’ê bibin û bibin endam û karibin bandorê li ser hêzên siyasî jî bikin. Bi vî awayî bandor û giraniya KNK’ê jî piralî mezintir dibe.

Ez li dawiyê dubare bêjim; di vê serdema zemîn ji bo yekîtiya neteweyî ewqas xweş û geş bûye de, hêzên me yên siyasî dûrî hev rawestin, ji bo Kongreya Neteweyî xebatek xurt nedin meşandin, divê êdî nayê pejirandin. Divê êdî hewar û daxwaza ji dil û can a gelê me û dostên gelê me, di dil û mejiyên me de jî cîh bigre û ev xwestin û peywir bikeve pratikê û em bi lez û bez Kongreya xwe ya Neteweyî kom bikin.

Ez hêvî û bawer dikim ku KNK’e, ew ê bi vî karî ve rabe û çalak bi xebite.

Ez bawer dikim di vê Civata Giştî de, hûnê gelek gengeşiyên hêja bikin, hûnê biryarên giring bistînin û plansaziyek bi rûmet û kêrhatî çêbikin. Li ser vê çarçovê silav û rêzê xwe pêşkêşî we dikim û serkeftinê ji kongreya we re dixwazim.”


Mijarên Din