Berxwedana li dijî tecrîdê li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê didome

Berxwedana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan di roja 95`an de dewam dike. Bi heman armancê greva birçîbûnê a xelkê Mexmûr û penaberên li Yewnanistanê jî bi biryardarî dewam dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 19’emîn dewr girtiye di roja 95’emîn de dewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 74’emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 57’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

(cx)


Mijarên Din