Berxwedana li dijî qeyûman a Mêrdînê di roja 14’an de ye

Berxwedana Mêrdînê ya li dijî desteserkirina şaredariyan 14 roj e didome. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku tayînkirina qeyûman binpêkirina qanûnan e.

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku bi destê rejîma AKP-MHP'ê hate kirin, berxwedana li Mêrdînê 14 roj e didome.

Nobeta berxwedanê li Parka Karayollari ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê pêk tê û hevserokên HDP'ê yên bajêr, hevşaredar, parlamenterên HDP'yî, endamên meclisa şaredariyê û şêniyên bajêr tev lê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Mêrdîn rûmeta me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bê deng nabin, em natirsin, em îtaetê nakin" berz kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî di çalakiyê de axivî û got: "Yên ku ji me re dibêjin ku çalakî qanûnî nîn e, bila ji wan kesan re qala qanûnan bikin ku qanûnan bi xwe binpê dikin. Yên ku qanûnan binpê dikin, qeyûm in. Em ê vê yekê li her deverê biqîrin."

Kom piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'ê ya Mêrdînê ve meşiya û bi dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.


Mijarên Din