Berxwedana Kobanê tevahî cîhan ji bo parastina mirovahiyê kir yek

Berxwedana dîrokî ya di kuçe û kolanên Kobanê de pêk hat, îsbat kir ku cîhan dikare ji bo parastina mirovahiyê û kurdistanî jî ji bo parastina doza xwe bibin yek. Her wiha îsbat kir ku îradeya bi hêz û çanda girêdana bi axê ve dikare serkeftinê mîsoger bike.

26'ê Çileya 2015'an şervanên berxwedêr ên li Kobanê serkeftina li dijî DAIŞ'ê ragihand.

Serkeftina ku 6 sal berê li Kobanê hate ragihandin, ne serkeftineke jirêzê ye. Li Kobanê mirovahî li hemberî terorê bi ser ket, sînor hatin rakirin û cîhan li hemberî  xetereya herî mezin bû yek. Li Kobanê nîşaneyên yekitiya kurdistanî xuya bûn ku armanc jê parastina xakê û dozê bû. Her wiha Ereban destê xwe xist destê Kurdan û tevahî rêgezên nîjadperestî û şovenîst ên ku pergalên serwer afirandine, rakirin û serkeftina dîrokî li Kobanê ragihand.

LI KOBANÊ YEKITIYA KURD Û EREBAN

Bi destpêka şerê Sûriyê de, lîstina bi demarên etnîk û mezhebî derket pêş ku bû sedema rijandina xwîna bi hezaran mirovan.  Lê beriya 6 salan û di nava sûrên bajarê Kobanê de Kurd û Ereban îsbat kir ku têkiliyên wan dîrokî ne û bi îdiayên derve naxapin. Di wê demê de Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê ku ji komên Ereb, YPG û YPJ'ê pêk dihat, ala pêşengiya şerê li dijî DAIŞ'ê hilda.

Endamê Meclisa Rêveber a PYD'ê yê herêma Firatê Ehmed Şêxo dibêje: "Dijminên azadiyê xwest bi rêya belavkirina fikrên tundraw ronesansa fikrî ya gelê Sûriyê tune bike da ku armancên xwe pêk bînin û li hin cihan jî cihê xwe çêkin. Lê gelê Kobanê qebûl nekir ku cilê reş li xwe bike, lê ser vê yekê berxwedan ragihand ta gihaşt serekfinê."

Şêxo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya neteweya demokratîk ku li gorî wê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatine avakirin, li dijî tundrawiyê ne û got: "Ji ber vê yekê xwestin vê projeyê tune bikin, ji ber ku bawer dikirin ku kilîta Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê ye, lewra ev bajar kirin armanc da ku fikira azad tune bikin."

JI BAKUR BAHOZA PIŞTGIRIYÊ

Piştî ku gund û bajar yek bi yek ketin destê DAIŞ'ê û xetere nêzî bajar û niştecihên wê bû, rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de banga seferberiya giştî kir û banga serhildanê û piştgiriya Kobanê li kurdistaniyan kir.

Bi vê bangê re, serhilana gelê Kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kir. Bi hezaran mirov daketin qadan û bang li dewleta Tirk kir ku dorpêça li ser bajarê Kobanê rake da ku destekê ji Bakur bigire.

Di wê serhildanê de gelek serhildêr ji ber êrişên hikumeta Tirk şehîd bûn. Dewleta Tirk operasyonên girtinê li dijî kesên ku beşdarî çalakiyên xwedîderketina li Kobanê bûbûn, hê jî didomîne.

Di wê demê de bi sedan ciwanan têlên sînor qetandin û cihê xwe di parastina Kobanê de girt. Her wiha bi sedan sînorê bakurê bajêr parast da ku nehêlin çeteyên DAIŞ'ê ji wî milî ve derbas bibin û bajar dorpêç bikin.

Fermandarên eniyên berxwedana Kobanê diyar kir ku desteka ku ji Bakur gihaşt Kobanê, roleke gelek bibandor di serkeftina li dijî DAIŞ'ê de lîst.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim li ser vê mijarê dibêje: "Bi qasî serkeftina me ya li Kobanê, birîna dijmin giran bû. Wekî niha hûn dibînin; piştî 6 salan ji serkeftina Kobanê desthilata Tirk kesên ku piştgirî da berxwedana bajar û xwepêşandan li dar xistin û kesên li ser sînor li rex gelê Kurd ê Kobanê sekinîn, digirin. Di demekê de ku em bi serkeftinê şad bûn, dijminê gel, azadî û mafên mirovan ji vê serkeftinê bi hêrs bû."

‘PKK'Ê LI KOBANÊ PARASTINA MIROVAHIYÊ KIR’

Mîna li Şengalê kirin, bi sedan gerîlayên PKK'ê herikîn Kobanê û tev li berxwedana li dijî DAIŞ'ê bûn.

Çend hefte beriya şerê li Kobanê dest pê bike, gerîlayên PKK'ê bi hawara Şengalê de çûn ku hêzên PDK'ê jê vekişiyan û şêniyên wê li pêşberî Fermana 73'yan bi tenê hiştin.

Gerîlayan bi hezaran mirovên êzidî ji pencên çeteyên DAIŞ'ê xilas kirin, bi vê yekê qada duyemîn a ji bo wan Kobanê bû.

Salih Muslim dibêje: "Ji bo ku Kobanê di têkoşîna li hemberî hêzên tarî de bibe rastiyeke mutleq, diviyabû ku tevahî cîhan piştgiriya wê bikin. Ji bilî vê, partî û hêzên siyasî û leşkerî li kêleka vî bajarê ku tevahî mirovahiyê diparêze, sekinîn."

Muslim diyar kir ku ne tenê Kurd, di heman demê ji tevahî cîhanê parêzvanên mirovahî û azadiyê li kêleka Kobanê sekinîn, lê Kurdan ji bo pêkanîna vê armancê û yekkirina gelan û hildana ala demokrasî û azadî, şehîd dan.

Muslim axaftina xwe wiha domand: "Projeya demokratîk, biratiya gelan û armancên binirx, hişt ku partiyên kurdî beşdarî berxwedana gelê Kurd bibin. Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Aliyê ku herî zêde piştgirî daye, PKK bû. PKK'ê çawa Kobanê parast, Kerkûk û Şengal jî parastin. Vê partiyê di oxira rizgarkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftina wê de, 4 hezar şehîd dane. Her şehîdek ji van şehîdan dîrokek e."

Salih Muslim destnîşan kir ku wan ji tevahî partiyên kurdî xwest ku ji bo parastina Kobanê seferber bibin û heya niha pêwistiya wan bi piştgiriya partiyên kurdî heye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ew birayên me ne, ji her aliyekî din bêtir hewcedariya me bi wan zêdetir e, bi taybet behsa gerîla dikim, ji ber ku gerîla di nava refa xwe de şervanên ji her çar parçeyên Kurdistanê digirin, lewra li ku derê be, birayên wê hewcedarî wan bûn, mafê parastina xakê bi cih tînin. Heya vê kêliyê têkiliyên me bi wan re heye, em nikarin înkar bikin, ji ber ku têkiliyên me pê re bi qasî têkiliyên me bi birayên me yên Kurd û xwediyê axê ve ye."

CÎHAN BER BI KOBANÊ VE HERIKÎ

Dema ku Mûsil û Reqa ketin û artêşên Iraq û Sûriyê di gelek şeran de bi bin ketin û dîmenên herikîna xwînê û parçebûna cenazeyan bi destê DAIŞ'ê belav bûn, cîhan li hemberî vê yekê metirsîdar bû.

Lê dema ku bi dehan şervanên Kurd û Ereb bi çend tivingan bahoza DAIŞ'ê di kolanên Kobanê de rawestand, hêvî da cîhanê û asoyên yekitiya mirovahiyê li derdora Kobanê ava bûn.

Ji ber vê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê desteka asîmanî da berxwedana dîrokî ya li Kobanê, her wiha gelek ciwanên enternasyonalîst ji gelek deverên cîhanê berî dan Kobanê û beşdarî berxwedana li dijî DAIŞ'ê bûn. Berxwedana Kobanê bû berxwedana cîhanê ya li hemberî terorê.

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo li ser vê mijarê wiha tîne ziman: "DAIŞ, ne tenê hêzeke leşkerî bû ku êrişî herêmekê li beşek cîhanê dikir, lê belê êrişî dijî şaristaniya mirovî û ramanê azad dikir. Ji ber vê yekê cîhanê piştevanî da vî bajarî."

Salih Muslim jî got: "Ya ku li Kobanê qewimî, li herêm û bajarên din neqewimî. Mînak; Mûsil rexmî firehbûna cografiya wê, zêdetirî 4 seatan li hemberî DAIŞ'ê nesekinî, heman tişt ji bo Reqa jî derbasdar e. Lê ya ku li Kobanê qewimî, ji bo tevahî cîhanê û gelê Kurd şokeke bû. Ji lew ra cîhan piştgirî da vî bajarê ku li tevahî cîhanê deng veda."

Muslim destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji bo gelên herêmê bû mînak. Piştî vê piştgiriya mezin a cîhanê, 1'ê Mijdarê wek Roja Piştgiriya Kobanê hate ragihandin.

LI KOBANÊ NÎŞANEYÊN HEVGIRTINA KURDISTANÎ

Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran xort û keç ji bo parastinê berê xwe da Kobanê, gelekan sînor derbas kirin û beşdarî nav refên parastina taxê bûn û hinên din di dirêjahiya şer de li derdora sînorê bajar zincîrên mirovî çêkirin.

Kombûn û yekbûna refên wan ne mijareke zehmet bû ku were redkirin, ji ber ku di hundirê her şervanekî/ê de rihê girêdana bi axê ve û neqebûlkirina rêxistinên terorîst geş dibû. Bi vî rihê tevahî şervan bûn destek û giyanekî serkeftinê qezenc kirin.

Berxwedanê xwe li gelê Kurd ferz kir ku bibin yek, Kurdan dizanî ku nabe Kobanê were hiştin û cîhanê bi têkoşîna siyasî û leşkerî ya Kurdan li hemberî çeteyan da nasîn.

Derbasbûna yekîneyên pêşmerge, bi taybet pêşmergeyên YNK'ê ji Kobanê re û pêşkêşkirina çekan ji berxwedêran re roleke balkêş di pêkanîna serkeftinê de lîst. Di vir de îsbat bû ku Kurd dikarin li hemberî xetereyên li ser çarenûsa xwe bibin yek.

VÎN Û ÇANDA GIRÊDANA BI AXÊ VE LI KOBANÊ BI SER KETIN

Tevî ku gelek sal derbas bûn, lê hîna gelek kes pirsa aktorên serkeftinê ku bûne sedema serkeftina Kobanê, dikin.

Di berxwedêrên ku di sûrên bajarê de man vîna xurt diyar bû. Berxwedêran radestkirina bajar qebûl nekir, gelek ji wan heta dawiyê şer kirin û gelekan jî çalakiyên fîdayî pêk anîn, mîna Arîn Mîrkan, Rîvana, Zozan û Êrîş.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Doplomatîk a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa dibêje: "Mîna tişta ku li Kobanê qewimî, dîrok cara yekemîn dibîne."

Hec Îsa hevrûkirina di navbera berxwedana Kobanê û rûdanên li bajarê Stalîngrad a Rûsyayê de red kir û wiha domand: "Ev mijar şaş e, ji ber ku Stalîngrad ne dorpêçkirî bû, dîsa jî wekheviya hêzê di navbera êrişkar û parêzvan de hebû. Lê Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî bû, dema ku çeteyan DAIŞ'ê ji bo derbasbûna bajar neçar ma, dewleta Tirk di deriyê sînor ê bakurê bajar erebeyên bomebebarkirî şandin.

Di wê demê de propogandayeke mezin ku xizmeta DAIŞ'ê kir, hebû ku tirs di nav gelên herêmê û artêşên dewletan de çêkir. Ev propagandaya ragihandinê hişt ku DAIŞ li Mûsil û Reqa û deverên din ên Sûriyê û Iraqê bi ser bikeve. Ev taybetmendî bajarê Kobanê ji bajarên din ên Rojhilata Navîn cuda kir. Ji ber ku li Kobanê propagandaya ragihandinê şikest û bi berxwedana ku mîna wê di dîroka mirovahiyê de nehatiye raberkirin, rastiya wê ya qirêjî û sexte eşkere bû."

Bekir Hec Îsa di dawiyê de got: "Berxwedana li Kobanê hate meşandin, bi çend gotinan nayê wesifkirin."

ANHA


Mijarên Din