Bersûm: Êrişên dewleta Tirk DAIŞ zindî kir

Senherîb Bersûm diyar kir ku êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ zindî kir, di encamê de keşeyê dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo Îbrahîm Hene (Hosîb) qetil kirin û li Qamişlo teqîn pêk anîn.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm qetilkirina keşeyê dêra Ermen a Katolîk a Qamişlo, dema ku ew û bavê xwe ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn, şermezar kir.

Şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê di 11 Mijdara 2019`an de dema keşeyê dêra Ermen Îbrahîm Hena Bîdo (Hosîb) tevî bavê xwe ji bajarê Hesekê diçû Dêrazorê, êrişî wan kirin û ew qetil kirin. Paşê DAIŞ`ê berpirsyariya qetilkirina keşe û bavê wî girte ser xwe.

Bersûm diyar kir ku armanca qetilkirina keşe di milekî de derbkirina pêkhateya Suryan, Suryanên Asûr û Ermenan e, di encamê de qirkirina Suryanan e û di milekî din de derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Senherîb Bersûm îşaret bi xetereya êrişên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û destnîşan kir ku ji ber êrişan li herêmên wan şaneyên veşartî zindî bûn û di encamê de keşe Hosîb qetil kirin û 11’ê Mijdarê (duh) teqîn li Qamişlo pêk anîn.

Di dawiya axaftinê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bal kişand ser girîngiya yekrêziya li dijî êrişên artêşa Tirk ku aramî û ewlehiya herêmê dike armanc û got ji ber artêşa Tirk komkujiyan der heqê gelên herêmê de pêk tîne, divê li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk were sekinandin û şer bi dawî bibe, di gel Bersûm bang li civaka navdewletî kir ku êrişan rawestînin.

(eh)


Mijarên Din