Bersûm: Komîteya destûrî ya bêyî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binkeftî ye

Li bajarê Qamişloyê 14‘emîn salvegera damezrandina Partiya Yekitiya Suryan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate gotin "Destûra ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de negire binkeftî ye."

Pîrozbahiya salvegera 14‘emîn a Partiya Yekitiya Sûriyê li hola Selam a bajarê Qamişlo bi amadebûna şêniyên ji pêkhateyên Suryan, Kurd, Ereb, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Hevserokê Partiyê Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm got: "14 sal bi ked, têkoşîn û fedekariyê tijî derbas bû da ku armancên partiyê yên netewî û niştimanî li ser asta Sûriyê pêk werin. Lê ev 14 sal li beramberî temenê gelên Suryan, Asur û Kildan ku vedigere bi hezaran salan çend kêlî ne."

Bersûm bal kişand li ser komkujiyên osmaniyan ên li ser gelê Suryan û got, di hemleyên qirkirinê yên li ji aliyê osmaniyan ve rola gelê Suryan lewaz mabû û got: "Osmaniyan qirkirineke etnîkî li dijî vî gelê resen pêk anî û hewl da hebûna wî tine bike û îradeya wî bişkîne."

Senherîb Bersûm anî ziman ku " me dîti ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk projeya herî guncaw e, ji ber ku banga yekitî û hevkiriya gelan, banga avakirina civakeke demokratîk di çarçoveya sûriyeke ne navendî ji bo hemû pêkhateyan dike."

Têkildarî komîteya destûrî ya ji aliyê "Dewletên garantor" ve hatiye amadekirin ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin paşguhkirin Bersûm got, "Ev komîte nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên gelê Sûriyê nake, komîteyeke lewaz û binkeftî ye, di encamên lihevkirin û berjewendiyên welatên garantorve de hatiye avakirin, ku aliyên siyasî yên herî aktîv li ser erdê hatine dûrxistin, ji ber ku ev dewlet naxwazin çareseriyeke siyasî û demokratîk pêk were, dixwazin tovên şereke nû li herêmê biçînin."

Senherîb Bersûm di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim ji civînên ku bi mijara Sûriyê dihatin lidarxistin tên dûrxistin û wiha pê de çû: "Her çendî em dihatin dûrxistin em bi hêztir dibin û projeya xwe pêş dixin. Em ê bi xeta xwe ya çareseriya siyasî ve girêdayî bin da ku bighêjin edalet, wekhevî û destûrke federal a bêyî nejadperastî û şofonîn û fikrê yekalî."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm wiha dawî li axaftina xwe anî "Berpirsyartiyeke mezin îro dikeve ser mile me berpirsyartiya parastina destkeftiyên bi hezaran şehîd û birîndaran e û bi milyonan welatiyên azadîxwazin e, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta xeyalên wan bi cih bînin."

 Piştre koma Înana ya dîlanên folklorî yên suryanî dîlan pêşkêş kirin.

Di dawiya pîrozbahiyê de Partiya Yekitiya Suryan panketeke pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir.

ANHA


Mijarên Din