Bersûm: Armanca desthilata Tirkiyê tirsandina gelê Suryan ê li Tirkiyê ye

Senherîb Bersûm diyar kir ku desthilata dewleta Tirk hewl dide gelê Suryan ê li Tirkiyê bitirsîne û anî ziman ku reftarên dewleta Tirk ên li dijî mafên gelê Suryan li Tirkiyê heqaret in.

Dewleta Tirk di 9’ê Çileyê de rahibê Dêra Mar Yaqûb a li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê girt, her wiha 2 şêniyên Suryan ên dîtir jî girtin û di 14’ê Çileyê de berdan.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildarî mijarê  ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku binpêkirinên desthilata dewleta Tirk li dijî gelên Suryan, Aşûr û Keldanî gelek in û wiha anî ziman: "Di vê dawiyê de, desthilatdarên dewleta Tirk 3 welatiyên Suryan girtin, yek muxtarê gundê Erkeh, yê din rahib Eho yê berpirsê Dêra Mar Yaqûb û welatiyekî dîtir."

Senherîb Bersûm da zanîn ku muxtarê gundê Erkeh û welatiyê dîtir hatin berdan, lê berpirsê Dêra Mar Yaqûb rakirin dadgehê û di 14’ê Çileyê de berdan û wiha got: "Tawanên li ser wan, derew û cihêreng in."

Bersûm îşaret pê kir ku reftarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Suryan heqaret in û wiha pê de çû: "Ev reftarên di radeya yekemîn de li dijî gelê me û dêra Suryanî heqaret in."

Di axaftina xwe de Senherîb Bersûm wiha daxuyand: "Em baş destpotiya rejîma Tirkiyê, kiryar û lîstokên li dijî me ji koçberkirin û çewisandina di herêmên wan de bi rêbazên ewlehî û istîxbaratî dinasin ku hedef jê jî tirsandina gelê Suryan e."

Bersûm got, ew van reftarên li dijî gelê Suryan red dikin û wiha bi dawî kir: "Em baş binpêkirinên li dijî mafên mirovan ji hêla rejîma niha ve ya li dijî pêkhateyên li Tirkiyê dizanin. Ji lew re ji rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî tê xwestin ku van binpêkirinên mezin ên li dijî tevahî gel, bi taybet jî gelê Suryan rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din