‘Bersiva êrişên dewleta Tirk yekitiya Kurd e’

​​​​​​​Endamê rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî rexne li ENKS‘ê kir ku bi Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê dixebite û got: “Yekitiya kurdî bersiveke ji êrişên Tirkiyê re.”

Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de pêwîstî bi hevgirtinê heye, nemaze ku êrişên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirinê zêde dibin.

‘HIN PARTIYÊN KURDÎ JI BERPIRSYARTIYÊN XWE DIREVIN Û YEKITIYA KURDÎ ASTENG DIKIN‘

Endamê Rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin.

Hisên El-Elî bi bîr xist ku komîteya Rojava ya ji partiyên siyasî hate avakirin bi armanca lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bixebite û got: “Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENSK) ji berpirsyartiya xwe ya li beramberî çarenûsa gelê xwe reviya û sozên xwe bi cih ne anî.”

El-Elî diyar kir ku ew wek partî dibînin ku Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê lêvegera bingehîn a yekitiya hêzên kurdî li herçar parçeyên Kurdistanî ye û rexne li aliyên ku xeta yekitiyê asteng dikin kir û got: "Hin partî hewlan û hîn jî hewl didin xebatên kongreyê û komîteyê asteng bikin û Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk dikin hincet."

‘YEKITÎ BERSIVA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YE‘

Hisên El-Elî bal kişand ser êrişên Tirkiyê û wiha pêde çû: " Tirkiye bi êrişên xwe ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkefetyên wê dike hedef, di heman demê de her çar parçeyên Kurdistanê dike hedef. Li gorî planên Tirkiyê dê êrişên xwe heta Başûrê Kurdistanê berfireh bike."

El-Elî destnîşan kir ku yekitiya kurdî bersiva êrişên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê û destkeftiyên herêmê ye.

‘DIVÊ ENKS AN YEKITIYA KURDÎ AN HEVKARIYA BI ÇETEYAN RE HILBIJÊRE‘

Der barê helwesta ENKS‘ê, Hisên El-Elî wiha domand: "Em helwesta Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî rexne dikin ku hîna bi Koalîsyona Sûriyê re dixebite yên ku zarokên Efrînê li til Rifatê qetil kirin komên çete yên girêdayî Koalîsyona Sûriyê ne û ENKS‘ê jî di nav de ye, yanî destê wê di rijandina xwîna gelê Kurd heye. Divê ENKS an yekitiya kurdî an jî hevkariya çeteyên ku komkujiyan li dijî kurdan pêk tînin."

Hisên îşaret bi vê yekê kir ku partiyên Kurdî wê ENKS‘ê qebûl nekin û wê sivlav nekin heger karê xwe bi Koalîsyona Sûriyê ya çete re bidomîne û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser daxwazên ENKS‘ê bi cih anî, destek da da ku ofîsên xwe ji nû ve vekin û tê de bixeibtin, lê heta niha ENKS tu gav ji bo yekitiya kurdî ne avêtiye û karê xwe yê bi Koalîsyona Sûriyê re bi israr e."

‘ENKS JÎ JI BÛYERÊN LI EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ RÛ DIDIN BERPIRSYAR E‘

El-Elî bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriyê û got: "Dagirkeriya Tirk ala Tirk û komên opozisyonê li Efrînê hildan, şêniyên wê koçber bikin û demografyaya herêmê guhertin, lê ENKS‘ê ji  bo berjewendiyên gelê Kurd ti gav ne avêt. Ji wê demê ve ENKS‘ê bi bin ketiye û îro jî jî ji bûyerên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû didin berpirsyar e."

‘DIVÊ DAGIRKERÎ JI BAŞÛR WERE DERXISTIN’

Endamê rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk beşek ji Rojava û ji Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, bang li hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku dagirkeriyê ji xaka xwe derxîne da ku neghêje armancên xwe.

ANHA


Mijarên Din