Berpirsyarên herêma ku moşek jê hatiye avêtin hat girtin

Çavkaniyekî leşkerî yê Iraqê da zanîn ku du berpisyarên mezin ku ji herêma wan moşek avêtine balafirgeha Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hatin girtin.

Çavkanî piştrast kir ku fermandariya operasyonan ya hevbeş fermanek da ku wan birpirsyarên herêma ku moşek avêtine balafirgeha Hewlêrê bigirin, ew kes jî berpirsê Lîwaya 30 ya Heşid El-Şebî û efserekî paye bilind ya artêşa Iraqê ye.

Fermandariya operasyonan ya hevbeş bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke çete êvara çarşemê  parêzgeha Hewlêrê bi gelek moşekan hedef girt. Ew moşek li bakur-rojavayê Hewlêrê nêzî gelek gundan ketin. Du moşek ji wan jî li nêzî kampa Hesen Şamî ya koçberan ketin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku perspektîf ji cihên bilind derket ku fermandarê hêzê li herêma ku moşek jê hatiye avêtin bigirin. Piştre jî yekser lêpirsînê dest pê kir. 

Çavkaniyekî fermî ji bajarê Hewlêrê da zanîn ku 3 moşek li derdora bajêr li nêzî baregehên hêzên Koalîsyona Navnetewî û balafirgeha Hewlêrê ketine, lê ziyan nehate zanîn.

(oh)


Mijarên Din