Berpirsên teqîna li Sewir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê 3 çeteyên ku teqîna duh a li bajarokê Sewir pêk anîbûn girtin.

Duh li ber navenda tenduristiyê ya bajarokê Siwer ê gundewarê bakurê rojhilatê Dêrazorê bi rêya motorsîlêtek bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di encamê de  tenê zirarên madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ku berpirsekî Hêzên  Ewlekariya Hundirîn dane ANHA‘yê hêzên wan li ser agahiyên welatiyan ku kesên bi guman hene, deriyên têketina û derketina bajêr kontrol kirin û lêkolîn pêk anîn. Di encamê de sê kesên berpirsên teqînê girtin. Di lêpirsînê de her sê çete li xwe mikur hatin ku wan teqîn pêk anîn.

Duh jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê li gundê Zubyan ê bajarê Bisêra yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê hucreyek DAIŞ‘ê girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din