Berpirsên Rêveberiya Xweser sedema başbûna kehrebê diyar kir

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê sedema başbûna kehrebeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand pirbûna avê li paş bendan.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Emel Xizêm di hevdîtinekê de li gel ajansa me rewşa bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku kehrebeyê derdixînin û sedemên başbûna balkêş a kehrebeyê di dema niha de diyar kir.

Di destpêka hevdîtinê de Emel Xizêm diyar kir ku sedema başbûna balkêş a kehrebeyê vedigere bilindbûna rêjeya avê ku li paş bendavên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombû ye.

3  bendavên sereke Firat, Huriya û Tişrîn, tevî stasyonên gazê yên herêma Cizîrê kehrebeyê dide herêmên Rêveberiya Xweser.

Emel anî ziman ku rewşa bendavan ji aliyê teknîkê baş e û kadroyên kar sererastkirina bendavan ku ziyan dîtine, bi taybet a Firatê ya li Tebqayê didomînin.

Emel li ser zehmetiyên ku di karê wan de derdikevin got: "Ji ber kêmbûna parçeyên guherytina ceneretor û taransên kehrebeyê em neçar man wan ji derveyî herêmê peyda bikin. Ev jî ked û demek dirêj dixwaze."

Têkildarî ku dê rewşa kehrebeyê wisa baş bimîne Emel got: "Ew tişt di radeya yekemîn de bi rêjeya avê li paş bendavan ve girêdayî ye. Eger rêje baş bimîne dê bi awayekî erênî bandor li kehrebeyê bike yan jî berovajî wê."

Di dawiya gotinên xwe de hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi awayekî birêxistinkirî kehrebeyê bi kar bînin, ji ber ku di hindek tarans kehrebeyê pir xerç dike û dibe sedema xirabûna wê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din