Berpirsên komkujiya Madimakê nehatin darizandin

Îro 27’emîn salvegera komkujiya Madimakê ye ku dewleta Tirk li dijî 33 rewşenbîrên elewî pêk aniye. Berpirsên wê komkujiyê wekî Temel Karamollaoglu ku niha serokê partiya Saadetê ye, azad in û yek ji berpirsên wê partiyê Erdogan welat bi rê ve dibe.

Dîroka Dewleta Osmanî û Komara Tirkiyê bi komkujî û qetlîamên li dijî gelên herêmê wekî Ermen, Asûrî, Suryan û Kurdan dagirtî ye. Komkujiya Madimakê ya sala 1993`yan li dijî elewiyan, berdewama qetlîama Ermenan, qetlîama Sêfo û komkujiya Dêrsimê ye. Dewleta Tirk hîn jî komkujiyên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Lîbyayê berdewam dike.

Komkujiya Madimakê di 2`yê Tîrmeha 1993`yan de pêk hat. Dema ku Komeleya Pîr Sultan Abdal a elewiya û çandî kongreya xwe li hotela Madimakê ya li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê li dar dixist, komên ji partiya Refah ya Tirkiyê bi serkêşiya Temel Karamollaoglu hotel şewitand û komkujî pêk anî.

Piştî ku sîstema leşkerî li Tirkiyê rê da avakirina partiyan, partiya Refah ku komujiya sala 1993`yan pêk aniye, bi destê Necmettîn Erbakan hat dameirandin. Her wiha serokê partiya Saadetê yê niha Karamollaoglu û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji rêveberiyên partiyê bûn.

Di êrişê de 33 helbestvan, nivîskar û ronakbîrên elewî tevî 2 xebatkarên hotele bi şewitandin û lêdanê hatin qetilkirin. Êrişkar bi şewitandinê têr nebûn lê belê êrişî hemû kesên ku hewl dida ji hotelê derkeve,  kir.

Ji wê bûyera wê demê tenê nivîskarê elewî Azîz Nesîn filitî, lê belê rastî şewatê hat û ji ber lêdanê bi giranî birîndar bûbû. Tevî ku ji ber nivîsên xwe yên li dijî Îxwan Muslimîn li Tirkiyê, di asta yekê de ew hatibû hedefgirtin.

Ji wê êrişê bi zelalî nîjadperestiya Tirkiyê li dijî elewiyan diyar bû ku di daxuyaniyên hikumeta Tirkiyê de derket pêş. Serokwezîrê Tirkiyê Tansu Çîller wê demê di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: "Baş e ku zerar negihîşt gelê me yê li derveyî hotelê."

Çavdêr dibêjin ku armanca komkujiyê, tunekirina fikrên dijberî fikrên partiyên Îxwan Muslimîn ên Tirkiyê û tunekirina beşa rewşenbîrên elewî bû. Her wiha bidawîkirina hewldanên wan ên pejirandina Tirkiyê ji mafên kêmneteweyên olî û etnîk li welêt re.

Partiya Refah piştî pêkanîna komkujiyê sala 1996`an gihîşt rêveberiya dewletê. Piştî ku endamê wê tenên rêveberiya şaredariyan dikirin ku Temel Karamollaoglu serokê Şaredariya Sêwazê û Recep Tayyîp Erdogan sala 1994`an serokê Şaredariya Stenbolê bû.

Ji bo bêdengkirina gel û aramkirina kolanan, polîsên Tirkiyê 22 kesên ku destê wan di komkujiyê de hebû girt û tenê bi nav cezayên girtîgehê li wan birî. Lê belê piştî hatina Erdogan ser peywirê sala 2003`yan ceza ji ser wan hate rakirin.

Erdogan yek ji rayedarên partiyê bû û bi awayekî yekser li ser komkujiya li bajarê Sêwazê sekinî, her wiha yek ji kesayetên girîng ên partiyê bû. Lewra dema hat ser hikum, ceza hatin rakirin.

Di sala 2015`an de qanûna cezayan hat guhertin û di 13`ê Adara heman salê de doza sûcdarên komkujiya Madimakê bi behaneya ku dem di ser re derbas bûye  û du tawanbaran jiyana xwe ji dest daye û hinek din jî ji pêş çavan winda bûne, hat betalkirin.

Dewleta Tirk hewl li ser komkujiya li dijî elewiyan digire. Di demekê de ku Temel Karamollaoglu ku komkujî bi rê ve bir, li welêt e û serokatiya partiyekî siyasî dike. Her wiha yek ji rayedarên partiya Refahê ku destê xwe di komkujiyê de heye Erdogan, serokatiya welêt dike.

Doza darizandina sûcdarên komkujiya Madimakê (1993) jî wekî hemû dozên komkujiyên Osmaniyan li dijî kêmneteweyên olî û ennîk û Kurdan ku hîna li ser destê Erdogan li Sûriye, Iraq û Lîbyayê berdewam dikin, maye.

ANHA


Mijarên Din