Berpirsên balafirgeha Qamişlo, rêwiyên Şamê ji karantînayê revandin

Balafireke rêwiyan ji paytexa Sûriyê Şamê gihişt balafirgeha Qamişlo. Ji 6 kesan re testa "KIT" ya keşifkirina vîrusa Koronayê hate çêkirin. Berpirsên balafirgeha Qamişlo yên girêdayî hikûmeta Sûriyê hejmarek rêwî revandin bêyî test ji wan re were çêkirin û bikevin karantînayê.

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên li dijî vîrusa Koroanyê didomînin û deriyên têketin û derketina ji herêmê asê kirin. Şaneyê ji kesên ku derbasî herêmê dibin testa "KIT" ya keşifkirina nexweşeya vîrusa Koronayê re çêdikin û 14 rojan wan dixin karantînayê.

Îro balafirek din a rêwiyan ji Şamê gihişt balafirgeha Qamişlo. Tîmên awarte yekser ji 6 kesan re testa keşifkirina vîrusa Koronayê çêkirin. Li gorî agahiyên ku tîmen awarte bidestxistine, berpirsên balafirgehê yên girêdayî hikûmeta Sûriyê hin rêwî revandin herêmên di bin serweriya xwe de, da ku nehêlin test ji wan re were çêkirin û nekevin karantînayê.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo Rojîn Ehmed bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku kesta "KIT" ji 6 kesan re hate çêkirin û ketin karantînayê.

Rojîn diyar kir ku diviyabû ku rêwîtiya ji Şam ber bi Qamişloyê ve hatiba sekinandin, ji ber ku qedexeya derketinê hatiye ragihandin û wiha domand: "Lê rêwîtî hîna nesekinîne, îro desthilata Sûriyê hin sivîlên ku ji Şamê gihiştin revandin, bêyî ku test ji wan re were çêkirin. Dibe ew kesanan bi vîrusê jî ketin, lê em dizanin ku li paytexa Sûriyê Şamê hin kes bi vîrusê ketine."

Rojîn bang li şêniyan kir ku heger kesên ji Şamê hatibin û gumanên vîrusê li ser wan hebe û test çênekiribin aliyên têkildar agahdar bike.

Di 5‘ê Nîsanê de jî balafirek rêwiyan ku derdora 20 kesî lêbûn ji Şamê gihişt Qamişlo, hemû kesên di balafirê de testa keşifkirina vîrusa Koronayê çêkirin û ketine karantînayê.

ANHA


Mijarên Din