Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyê serbest hate berdan

Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyê Halis Bayuncuk ê di nava gel de wekî Ebû Hanzala dihat nasîn serbest hat berdan.

Yek ji berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyê Halîs Bayuncuk ê di nava cemaweriyê de bi navê Ebû Hanzala dihat naskirin, ji Girtîgeha Sîlîvriyê serbest hat berdan.

Hanzala di sala 2017'an de bi fermana Dozgerê Komarê yê Sakaryayê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Hanzala,  ji sucdariya “Rêxistina terorê ava kiriye û bi rêve dibe" dihat darizandin. Hanzala ku nêzî 3 salin girtî ye, îro ji aliyê dadgehê ve serbet hat berdan.

 


Mijarên Din