Berpirsekî Yemenê li hemberî vîrusê banga yekitiyê li hêzên siyasî kir

Mudîrê Têkilyên Giştî yê Wezareta Hundirîn a Yemenê dekan Ebdulqewî Baiş bang li hemû aliyên siyasî kir ku bi diyalogan nakokiyên xwe çareser bikin û li  hemberî Koronavîrusê bibin yek.

Mudîrê Têkilyên Giştî yê Wezareta Hundirîn a Yemenê Ebdulqewî Baiş bi daxuyaniyekê ku kopiyekê jê gihişt ANHA‘yê got: "Îro em li pêşberî kareseteke cîhanî ne ku gihişt gelek dewletan. Li hemberî vê karestekê divê em amade bin û bi hemû rêbazan gelê xwe ji xeteriya wê biparêzin."

Ebdulqewî Baiş bi domdarî got: "Em spasiya xwedê dikin, ku heta vê kêliyê ev şewb negihştiye welatê me. Lê ne qedexe ye ku em ji aliyê ewlehî, siyasî û civakî ve amade bin da xetereyên belavbûna bê pandemiyê bi sînor bikin."

Mûdirê Têkiliyên Giştî yê Wezareta Hundirîn a Yemenê bang li aliyên siyasî kir ku hêviyên xwe yên edeolojî hema carekê di dîrokê de terk bikin û li rex gel bisekinin moralê wan bilin bikin. Her wiha bang kir ku bi rêya diyalogan nakokiyên xwe çareser bikin û di destpêkê de û berjewendiya welat di ser her tiştî re bigirin.

Baiş, bang li şêniyan kir ku di male de bin û bi hêzên ewlehiyê re bibin hevkar.

Çavkaniyekî siyasî yemenî gotibû,  ji ber vîrusa Koronayê di rojên bê de di navbera hikûmeta Hadî û Hûsiyan de bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî agirbest were pêkanîn.

 


Mijarên Din