Berpirsê Komeleya Suryan: Metoda Rêber Ocalan dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bike

Berpirsê Komeleya Suryan Hena Somî got: “Metoda neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan daniye dê dawî li nakokî û şerê li Rojhilata Navîn bîn. Ev metod bingehê ji holê rakirina hemû rêgezên şaş e.”

Berpirsên Komeleya Çanda Suryan a Sûriyê- Şaxê Qamişlo Hena Somî diyar kir ku pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw e.

Hena got: “Dema metoda neteweya demokratîk were pêkanîn, dê herêma Rojhilata Navîn û Mezopotamya bi fikirê mirovî û exlaqî re bibe yek. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ev metod pêşkêş kir, fikirê netewperestiyê rakir.”

Somî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga xilasiya ji desthilatdarên ku bi navê ol tevdigere nemaze ya xwe dispêre fikirê "tekfîrî û tundrawiyê" kir. Somî got: “Ji ber ku desthilatdar sedema azara mirovahiyê ne. Li ser vê yekê Rêber Ocalan rêgezeke mirovî û navnetewî pêşniyar kir, ev rêgez ne li dijî rêgezên mirovî ye. Ev rêbaz di hemû olan de hatiye diyarkirin.”

‘BI PÊKANÎNA METODA NETEWEYA DEMOKRATÎK ŞERÊN ETNÎKÎ Û NETEWÎ NAMÎNIN‘

Hena Somî destnîşan kir ku "Heger  metoda Rêber Ocalan were pêkanîn, wê şerê li ser esasê entnîk û netewî neminin. Her wiha wê şerê li ser esasê olî û mezhebî mîna şerê di navbera Suna û Şîa û mezhebên din de nemînin. Rêber Ocalan xwest fikrê netewî, olî, siyasî yê resen derxîne pêş ku hemû etnîk, netew, mezheb û ol bi hev re bi aştî bijîn. Bêyî ku tu alî şerê yê din bike yan înkar bike. Her wiha xwest ku her kes bi ziman û baweriya xwe bijî. Bi vê  dê gel bi hemû netew û olên xwe, bi hev re di çarçoveya neteweya demokratîk a mirovî de bijîn. Ev metod dikare mirovahiyê ji şer û karestan rizgar bike."

 Somî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêber Abdulalh Ocalan pirsgirêka Rojhata Navîn lêkolîn kir û çareseriya guncaw jê re daniye û wiha got: "Mînak mijara azadiya jin, modernîteya kapîtalîzmê, netewperestiyê û olperest lêkolîn kir û bi awayekî lez û zelal çareserî jê re danî. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan ronakbîrekî bêhempa yê serdema nûjen e.”

Somî da zanîn ku dozên ku Rêber Ocalan girtiye dest, beriya şerê li Sûriyê biqewime fîlozofên ewropî, rûs û amerîkî qal kirine. Somî got: "Piştî ku min fikirên Ocalan xwendin, min got heger em Rojhilateke Navîn saxlem, bi aştî, mirovî û hezkirin bixwazin divê em fikirê Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Ji ber ku fikirê wî netew û olên din red nake."

Somî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye çavkaniya azadiyê û wiha axivî: "Pirtûkên bêhempa mîna manîfestoya Şaristandiya Demokratîk nivisîye. Desthilatdariya Tirk texmîn kir ku bi girtina Rêber Abdullah Ocalan û hiştina wî di nava çar dîwaran de, wê karibe ramanê wî bitemirîne. Lê nedizanî ku ramanê wî nayê qeydkirin. Rêber Ocalan girtîgeh kir çavkaniya azadiyê, berhemên wî li tevahî cîhanê belav bû û wergerî gelek zimanan hate kirin. Ocalan fikirê  netewperest ê şofonîst ê Tirkiyê, fikirê AKP û xewna Tirkiyê ya vegera li serdema  îslamî ya Osmanî rût kir."

Hena Somî, nemaya ku Rêber Abdullah Ocalan a 2015‘an de ji bo gelên Suryan, Asur û Kildan şadibû silav kir û got: "Rêber Ocalan got ev gelê mezin rastî gelek qirkirinan hat. Her wiha banga parastina çanda van gelan kir û got divê her Kurdek vê çandê biparêze. Ev yek delîlê resebûna fikirê mirovî yê ku Rêber Ocalan piştgiriyê dike ye."

ANHA


Mijarên Din