Berpirsê berê yê Pêntagonê: Divê çete li herêmê bên darizandin, mînakên wiha li cîhanê hene

Berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin got: “Divê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin. Hinceta ku dibêjin ‘ji ber Rêveberiya Xweser nayê nasîn’ li vir divê ev çete neyên darizandin, ne raste. Mînakên wekî vê hene. Divê bê hincet çete li herêmê bên darizandin.”

Komxebata Navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo organîze dike, sê roje berdewam dike. Bi sedan kesên navdar di komxebatê de kombûn. Di komxebatê de tekildarî kiryarên DAIŞ’ê û amedekirina belgeyan semîner hatin dayîn.

Yek ji beşdarên komxebata tekildarî çeteyên DAIŞ’ê berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin ji me re axivî.

Rubîn diyar kir, kesên ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, divê li ser vê axê bên darizandin û got: “Di cîhanê de mînakên dadgehên navnetewî hene.”

Rubin destnîşan kir ku divê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin û wiha axivî: “Hinceta ku dibêjin ‘ji ber Rêveberiya Xweser nayê nasîn’ li vir divê ev çete neyên darizandin ne rast e. Mînakên wekî vê hene, wek; Taywan, Kurdistana Iraq, Afrîqa, Somalî. Bi vî rengî dadgehên navdewletî hatine avakirin. Darizandina çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bê hincet bê kirin.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din