Bermahiyên lêkirinê dibin sedema giliyên şêniyên Dirbêsiyê

Şêniyên Dirbêsiyê ji ber kombûna bermahiyên avakirinê di nav kolan û taxan de bi gilî ne. Şaredariyê diyar kir ku li ser vê pirsgirêkê biryarnameyek hatiye derxistin.

Şêniyên navçeya Dirbêspiyê ji zêdebûna bermahiyên avakirinê li kolanên navçeyê bi gazin in, bermahiyên avakirinê dibin sedema aciziya şêniyan, ku ji ber madeyên lêkirinê li nava rêyan datînin, tevgera erebeyan asteng dike û qirêja wê li kolanan kom dibe.

Li navçeya Dirbêsiyê tevgera lêkirinê di 2 salên çûyî de zêde bûye û hin şênî dema ku karê lêkirinê dikin, bermahiyên lêkirinê li kolanan dihêlin.

Ji ber daxwazên şêniyan ji şaredariyê ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne, Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Bakurê Sûriyê biryarnameyek ji mustesmirên avahiyan re derxist, ew jî bermahiyên lêkirinê ji kolanên giştî û taxên navçeyê rakin.

Şêniyên navçeyê bi rêya ANHA`yê daxwaza dîtina çareseriyê kir, welatiyê bi navê Mistefa El-Hafêz wiha got: "Em gazinan ji bermahiyên lêkirinê li kolanan dikin, ev bermahî rêyan li pêşiya erebeyan digirin, her wiha bedewbûna tax û kolanê radike."

El-Hafêz daxwaz ji şaredariyê kir ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin, her wiha teqez kir ku her kes gazinan ji vê pirsgirêkê dike.

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Rustem got ev bermahî pirsgirêkê ji wî û malbata wî re çêdike, ji ber rê li pêşiya mala wî digire.

Der barê mijarê de, ajansa me serdana beşa zabîte ya Şaredariya Gel kir, endamê rêveberiyê Ednan Ebas axivî û destnîşan kir ku agahiya wan ji vê pirsgirêkê heye, ji ber vê yekê biryarnameyek derxistin û kesên bermahiyên lêkirinê li kolanan bihêlin, dê bên cezakirin.

Her wiha Ebas diyar kir ku kesên biryarmaneyê pêk neynin, dê rastî cezayên qanûnî werin.

ANHA


Mijarên Din