‘Berjewendiyên takekesî sedema perçebûna hêzên kurdî ye‘

Rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên ji herêma Dêrikê diyar kirin ku berjewendiyên tekekesî sedema parçebûna hêzên kurdî ye û destnîşan kirin ku yekîtiya kurdî di vê pêvajoyê de pêwîstiyek sereke ye.

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê der barê geşedanên siyasî û girîngiya yekîtiya Kurdî de panelek bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr, kesaysetên serbixwe û endamên saziyên civaka sivîl li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar xist.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê Bengîn Adem axaftina destpêkê ya panelê kir. Bengîn behsa pêvajoya ku Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, taybet di dema ku dagirkeriya Tirk êriş dike û kurdan dide koçberkirin kir.

Beşdaran li ser mijarê û girîngiya yekîtiya kurdî nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku hêzên herêmî bi pêkanîna siyaseta "Perçe bike tû yê bi ser bikeve" hewl dide serweriya xwe li herêmê ferz bike. Hate destnîşankirin ku van hêzanan ev siyaset beriya niha di rêya eşîr û qebîleyên Kurdistanê pêk dianîn, niha bi modeleke nûjen bi rêya partiyên kurdî bi kar tînin da ku kurdan ji hev perçe bikin.

Beşdaran bal kişandin ku hin hêz û kesayetên kurdî li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi Tirkiyê re dixebitin û li berjewendiyên xwe ketine û destnîşan kirin ku ev yek ji sedemên sereke ye ku bandoreke neyinî li yekîtiya Kurdî li çar perçeyên Kurdistanê dike.

Beşdaran anîn ziman ku partiyên siyasî yên kurdî ji dersên berê mîna dagirkirina Efrînê, piştre Serêkaniyê û Girê Spî sûd negirtine. Her wiha girîngiya yekîtiya kurdî destnîşan kirin.

ANHA


Mijarên Din