Beriya cejnê li Reqayê kolan têne paqijkirin

Bi rasthatina cejna Remezanê re Şaredariya Gel a Reqayê dest bi hemleya paqijkirina kolanên taxên bajêr û gundewarên wê kir.

Li gel berdewama girtina tedbîrên pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê li piranî welatên cîhanê,  Şaredariya Gel a Reqayê bi armanca parastina tenduristiya gel û bi rasthatina cejna Remezanê re dest bi hemleya paqijkirinê kiriye.

Hevserokê Şaredariya Gel Ehmed Îbrahîm da zanîn ku bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê hîn jî tedbîr berdewam in, lewma şaredariyê dest bi hemleya paqijkirina taxên Meşlib, Muxtelîte, Remêlye, Deriyê, Îspehiyê, Îzxar û çerxerêya Cezrayê kir û dê heta hemû taxên bajêr paqij bikin, kar û xebat berdewam be.

Ehmed Îbrahîm wiha axivî: "Dê hemû kolanên sereke û nesereke yên bajêr werin paqijkirin, bi treksên biçûk û mezin komên axê rakin û piraniya taxên bajêr û gundewarên wê heta baxçeyên giştî jî bireşînin."

Ehmed Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de cejna Remezanê li şêniyên Reqayê û tevahiya gelên Sûriyê pîroz kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din