Berhevkirina fisteqên helebî li Kobanê dest pê kir

Cotkarên fisteqên helebî yên kantona Kobanê dest bi çinîna hilberînê kir. Kantona Kobanê bi çandina fisteqan navdar e û şêniyên herêmê debara xwe pê peyda dikin.

Her sal di meha Tebaxê de cotkarên fisteqên helebî yên li Sûriyê dest bi çinîna hilberîna xwe dikin. Li gundewarên Kobanê li bakurê Sûriyê bi hezaran darên fisteqên helebî hene. Li herêmê çandina wê piştî çandina genim, ceh û zeytûnan wek jêdereke sereke ye.

Lê îsal ne wekî salên berê ye, fisteq erzan bûne. Sedema vê yekê li gorî hinek bazirganan ku hilberîn îsal li gelemperiya herêmê pir e.

Darên fisteqên helebî li herêma rojavayê bajarê Kobanê û li aliyên gundewarên başûr û rojhilatê kantonê pir in. Herêmên ku herî zêde darên fistiqên helebî tê de tên çandin, gundên rojavayê kantonê ne.

Cotkar ji keysbaziya li bazaran û kêmbûna buhayan gazinan dikin. Li aliyekî din derengmayîna çinînê di radeya yekemîn de zirarê digihîne mewsima wan.

Cotkarê bi navê Şikrî Mihemed ê ji gundê Boban ê rojavayê kantona Kobanê axivî û got ji ber bazirganan hilberîn bi buhayên pir kêm kirîne, gelek zirar dîtine.  Şikrî Mihemed got: "Bazirgan di nava xwe de li hev dikin û keysbaziyê dikin. Jixwe îsal şêniyan zehmetî kişandin, hem rê girtî ne û hem jî bi nirxên dolaran dilîzin. Lewma divê şênî hilberînê zuha bikin û veşêrin da ku piştre di pêşerojê de bi buhayekî baştir bifiroşin."

Li kantonê her kîloyeke fisteqên helebî di navbera 2 hezar û 3 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Yanî kêmtirî 1,5 dolarî. Par her kîloyek bi 3 dolaran dihat firotin.

Salên derbasbûyî li gundewarên kantona Kobanê gelek darên fisteqên helebî hebûn.  Her darek 7 sal jê re divê ku hilberîna wê were çinîn, di heman demê de fisteqên helebî ji bo çêkirina şêranî, gelek xwarin û mûnê madeyeke sereke ye.

LI KOBANÊ CUREYÊN ‘AŞÛR’ Û ‘TIRKÎ’ TÊNE ÇANDIN

Cotkarê bi navê Ednan Qadir Bekî axivî û got lêçûna gihandina daran gelek biha ye. Ji ber semad û derman hemû bi dolar dikirin û hilberînê bi buhayên kêm difiroşin.

Ednan bang li xwediyên darên fisteqên helebî kir ku îsal hilberîna xwe li malê zuha bikin û got: “Ne gengaz e ku em hilberînê bi nîvê qîmeta sala borî bifiroşin.”

Der barê vê mijarê de Hemed Seydo yê ji gundê Derbazîna Jorîn ê rojavayê kantona Kobanê jî got: “750 darên fisteqên helebî li cem min hene.  Gelek cudabûn di navbera buhaya îsal û par de heye. Em her tiştî bi dolaran dikirin, buhayên semad, ajotin û tevahiya pêwîstiyên daran biha ne. Tevî wê jî em hilberînê erzan difiroşin.”

Hemed di dawiyê de destnîşan kir ku ji ber ku wî semad û derman bi deyn kirîne, neçar e hilberîna xwe bifiroşe û deynê xwe bide.

(eh)

ANHA


Mijarên Din