​​​​​​​Berhemên projeya koçberên Girê Spî daketin sûkan

Berhemên kooperatîfa ku rêveberiya kampa koçberên Girê Spî dabû destpêkirin, gihaştin şêniyên kampê. Ev proje pêdiviya sebze ya kampê peyda dike.

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî di Nîsanê de dest bi kooperatîfekê ji bo çandina sebzeyên havînê kir. Bi armanca ku rêgeza xwetêrkirinê ji şêniyên kampê re peyda bike.

Ji bo wê rêveberiyê 60 donim zevî kirê kir û dest bi çandina tevahiya cureyên sebzeyên havînê kir.

Malbatên ku rêveberiyê ji bo çinîna berheman erkdar kirine, destpêka hefteyê berhem bi buhayê kêm daxistin dikanên li kampê.

Koçberê bi nave Xalid El-Hilal ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku ew sebzeyan teswîqî sûkan dike. Her wiha rêveberiya kampê ji ber ku ev proje bi pêş xistiye û di encamê de sebze bi buhayên guncaw peyda bûn, spas kir.

Rêveberiya kampê bi awayekî yekser çavdêriya projeyê dike. Tevahiya pêdiviyên çandina sebzeyan ji derman, semad û karkeran peyda dike.

Der barê vê xebatê de hevserokê rêveberiya kampa koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx bi bîr xist ku 10 malbatên ku xwedî tecrube di warê çandina sebzeyan de, di projeyê de xebitîn û berhev kirin. El-Şêx da zanîn ku ev proje dê rêgeza xwetêrkirinê ji şêniyên kampê re û sebzeyan bi buhayên guncaw li gorî rewşa wan a jiyanî peyda bike.

Rêveberiya kampê dixwaze peymana kirê ya zeviyê nû bike bi armanca ku sebzeyên zivistanê lê biçîne.

şx

ANHA


Mijarên Din