Berhemdariya Aramcoyê nîvenîv sekinî û Pompeo Îran tawanbar kir

Wezîrê enerjiyê yê Erebistanê Abdulazîz Bîn Selman duh ragihand ku ji ber êrîşên li ser kargehên şîrketa Aramco ya Erebistana Siûdiyê yên li Xerîs û Beqîq rêzeteqîn pêk hatin, di encamê de agir bi kargehan ket û xebata berhemdayînê bo demekê hate rawestandin. Mike Pompeo jî ji ber êrîşa li kargehên şîrketa Aramco ya li Erebistanê, Îran tawanbar kir.

Tora Erebiye Net ragihand ku wezîrê enerjiyê yê Erebistana Siûdî Abdulazîz Bîn Selman destnîşan kir ku ji ber êrîşan berhemdayîna kargehên li Beqîq û Xerîsê heta demekê dê rawestiyayî bin û ji ber rêzeteqînan hilberandin ji sedî 50 hate rawestandin.

Wezîr diyar kir ku rêzeteqînan miqdara gazê ku nêzî 2 milyar metrekabik e, rawestand û ji ber vê yekê dê peydakirina gaza etan ji sedî 50 kêm bibe.

Di qada peydakirinên herêmî de wezîrê enerjiyê tekez kir ku bandor li dayîna kehrebeyê, av û sotemeniyan nekiriye, her wiha karker birîndar nebûn û heta niha şîrket encamên rêzeteqînan belge dike. Her wiha şîrket miqdara windahiyan lêkolîn dike û dê di nava 48 saetan de agahiyên nû parve bike.

Abdulazîz Bîn Selman tekez kir ku rêzeteqînan ne tenê avahiyên Erebistanê kirin armanc, di heman demê de madeyên petrola cîhanê jî kirin armanc, ji ber vê yekê gef li aboriya cîhanî tê xwarin û girîngiya çavdêriya civaka navdewletî pêwîst e.

Têkildarî heman mijarê, wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo duh êvarê li ser Twitterê got divê hemû cîhan êrîşên Îranê yên li ser enerjiya cîhanê şermezar bike, her wiha îşaret bi îdiayên serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û wezîrê karên derve Cewad Zerîf kir ku mijûlî xebata dîplomatîk dibin.

Pompeo îdia kir ku Îranê êrîşeke taybet li dijî garantiya enerjiya cîhanê pêk anî û tu nîşanên ku êrîş ji aliyê Yemenê ve li ser Aramcoyê pêk hatiye, tune ne. Pompeo got welatê wî dê bi hevalbend û hevkarên xwe re parastina enerjiya cîhanê bikin.

Berê niha Koşka Spî êrîşên êrîşa li ser binesaziya enerjiya Erebistana Siûdî şermezar kiribû, her wiha serokê DYA’yê Donald Trump li gel mîrnişînê Erebistana Siûdiyê Mihemd Bîn Selman axivî û got ew ê alîkariya Erebistana Siûdî bike da ku parastina xwe bike.

Roja yekşemê kargehên şîrketa Aramco yên li bajarê Beqîq rastî êrîşên firokeyan hatin, di encamê de agir bi kargehan ket û Hûsiyan berpirsyariya êrîşê girte ser xwe.

(eh)


Mijarên Din