‘Bergiriyên rêxistinên mirovî yên ji bo zivistanê têrê nakin!’

Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan got rêxistinên mirovî yên ku tevî Rêveberiya Xweser desteka kampan dikin, bi şêwazekê ku tê xwestin alîkariya koçberan ji bo zivistanê nakin. Her wiha îşaret pê kir ku di çarçoveya bernameya vegerê de di rojên pêş de dê 2 beşên koçber ji kampan werin derxistin.

Zêdetirî 117 hezar koçber û penaberên Iraqê di nav 14 kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin. Kamp ev in; Hol, Mebrûka, El-Erîşa, El-Nesrî, Minbic rojhilat a kevin, Minbic rojhilat a nû, Mehmudlî, Eyn Îsa, Veger, Şehba, Serdem, Berxwedan û Efrîn.

Li gorî Buroya Kar û Barên Koçberan rojane koçber bi hejmarên mezin têne kampan. Hejmara koçberên ku di rojên dawîn de hatine kampa Mebrûkayê gihaşt zêdetirî 800 koçberan.

Rêveberiya Xweser çavdêriya wan kampan dike û parastin û pêwîstiyên sereke pêşkêş dike.

Hindek rêxistinên mirovî yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, alîkariyên xwarin, tenduristî û kon ji wan re pêşkêş dikin. Li gorî çavdêrên kampan ew alîkarî nagihîje asta ku tê xwestin û alîkariyan ku pêşkêş dikin jî di navbera ji sedî 30-4o de ye.

Bi nêzîkbûna zivistanê re, pêwîstî bi guhertina konên riziyayî, danîna ciyawazên baranî li ser konan û pêwîstiya belavkirina sifinc û batanî li koçberan heye. Rêxistinên behsa mijarê heta niha tenê rêjeyek kêm ji çadir belav kirine.

Rêxistin zû bersivê nadin

Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed tekez kir ku bersivdayîna rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê ji vê werzê re ne bi lez e. Her wiha îşaret pê kir ku derfetên rêveberiyê li beramberî hejmara ew qas mezin a koçberan têrê nakê.

Ehmed bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lez pêdiviyên werza zivistanê ji guhertina konan, belavkirina isfenc û bataniyan û alîkariya tenduristî ji bo koçberan peyda bikin.

Rêveberiya Xweser pêngaa "Bernameya Vegerê" dest pê kiribû. Li gorî vê bernameyê rêwîtî ji bo vegera koçberan ji warên wan re piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û ji hêla meclisên sivîl û xweser ve bi xebatên pêwîst hatin amadekirin, orgenîze dike.

Di nav bernameyê de hezar û 136 koçberên ku piraniya wan di kampa Holê de diman, bi kefaleta êlan li gorî 5 beşan derketin, Dêrazor 397 koçber li ser du beşan a yekê 201 û ya din 196, Minbic 127 koçber û du beşên Reqa û Tebqayê 612 koçber.

Têkildarî mijarê hevserokê Buroya Karûbarên Koçberan û Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di rojên pêşîn de dê beşên din ji kampan derkevin. Ew jî ya rêveberiyên Cizîr û Firatê ne û dê piştî wê rêwîtiyên rêveberiyên din hebin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din