Berfa barî sûd da cotkaran

Berpirsê beşa Parastinê ya Gerînendeya Çandiniyê ya Dirbêsiyê destnîşan kir ku berfa bariye sûd da cotkaran û kurmikên di nav hilberînên wan de derdiketin tune kir. Cotkaran diyar kirin ku berfê barên wan ji bo kirîna dermanan sivîk kir bi taybet li gel buhabûna heyî.

Ji 6 salan ve berf li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebariye. Lê di vê dawiyê de barî û dilên şêniyan geş kir. Her wiha ji zeviyan re xêr bû.

Berfa bariye, wek bedîlek baş li şûna dermanan tê hesibandin. Ji ber barîna berfê û kêmbûna pileyên germahiyê di bin sifirê re kurmikên ku di nav hilberînan de derketine tune bûn.

Di sala derbasbûyî de mewsima çandiniyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê şewitîn. Li borî texmînên Desteya Aborî û Çandiniyê 435 hezar û 500 donim zevî tevî darên zeytûnê û sewal şewitîn.

Di destpêka sala heyî de bi destpêkirina mewsima çandiniyê re Desteya Aborî  û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêbazên dabînkirina cotkarên zirar dîtine eşkere kirin. Desteyê bi hezaran tonên tov bê pere li cotkaran wê belav bike. Her wiha desteyê bang li cotkaran kir ku bi destpêkirina mewsimê re girtekên baldariyê bigirin.

Di vê mewsimê de barenek zêde barî. Ji ber wê li hinek herêman mewsima çandiniyê telef bû, ji ber ku kurmik di nav de belav bû û pelên wê zer bûn. Lê barîna berfê sûd li zeviyan kir. Ji ber ku gelek mikrob û nexweşiyê zirar bi zeviyan dikin tune kirin.

Berpirsê Beşa Parastinê ya Gerînendeya Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê Şiyar Xelîl diyar kir ku berfa ku beriya çend rojan bariye, gelek sûd li zeviyan kir. Her wiha kurmikên zirar bi hilberînan dikirin tune kirin.

Xelîl destnîşan kir ku di salan borî de ji ber ku kurmik di nav hilberînan de belav bû bi taybet di nav hilberîna baqulî de(nok, baqil û hinek şînkahiyan) asta hilberînê kêm bû. Lê îsal piştî barîna berfê ev pirsgirêk carek din dernekt. Heta niha cotkaran negotiye ku kurmik di nav hilberînan de derketiye. Li gorî Xelîl ev mizgînî ye.

Cotkarê bi navê Ehmed Mihemed got: "Em bi barîna berfê re gelek şa bûn. Ji ber barên me ji bo kirîna dermanan sivik kir.”

Mihemed rave kir ku ew hêvî dike hilberîna îsal baş be û ji sala borî baştir be. Ji ber ku hilberîn di sala derbasbûyî de şewitî û got: "Berfê barên me sivik kir. Em şukra xwe ji xwedê dixwazin. Hêviya me mezin ku hilberîna îsal wê baş be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din