Berekat: Bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiyên Tirkiyê nîşaneya hevpeymanan e

Di merasîma oxirkirina şehîd Namis de, Kenan Berekat îşaret bi bêdengiya Koalîsyona Navdewletî, NY`yê û Fedraliya Rûsya der barê binpêkirin û komkujiya dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîne kir û got, ev nîşana hevpeymanên di nav bera wan de ye.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Namis Selman Nehîr oxir kirin.Nasim Silêman 4 Kanûnê dema bi eka xwe ya leşkerî radibû, li ser rêya Til Temir û Hesekê şehîd bûye.

Cenazeya şehîd Namis Selman Nehîr bi alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gulan ve hate xemildandin.

Girseya gel cenaze ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergiritin û ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve çûn.Dema girse gihaşt goristanê bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, hêzên ewlekariya hundirîn û şandeya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê pêşwaziya cenazeyê kirin.

Merasîma oxirkirina şehîd bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ser navê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê hevserokê desteyê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbata Namis, hemû malbatên şehîdan û nexasim şehîdên komkujiya Til Rifetê re xwest.

Kenan di dewama axaftina xwe de got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên me dike, berî niha jî me gotibû ku şoreşa me şoreşa azadiyê ye, di gel ku me soza parastina destkeftiyên xwe yên ku bi saya hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanan hatine bidestxistin, dabû.”

Berekat diyar kir ku rejîma Tirkiyê çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirine, ev herêm bi saya gelên herêmê û berdêlên ku dane ji DAIŞ hatibûn rizgarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe"artêşa wetenî ya sûrî"heman komên DAIŞ û Nusra ne, rejîma Tirkiyê careke din ew bi rêxistinkirin û navekî nû li wan kir, çeteyan li herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Girê Spî komkujiyan û binpêkinên hovane pêk tînin, lewma divê hêzên cîhanî helwestekê nîşan bidin.

Berekat bal kişand ser bêdengiya Koalîsyona Navdewletî, NY`yê û Fedraliya Rûsya der barê komkujî û binpêkinên dewleta Tirkiyê pêk tîne û got, ev nîşana hevpeymanên di navbera van dewletan de ye.

Paşê birayê şehîd Namis, Izedîn Selman got, ku birayê wî ji sala 2015`an ve beşdarî şoreşê bûye û heta gihaşt asta şehadetê terka welat nekir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Namis Selman hate xwendin û radestî malbatê kirin, paşê şehîd di  nava sloganan de li goristana şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din