‘Berdewamkirina tecrîdê, israra kûrkirina krîzan e’

Rewşenbîrên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê gotin: “Tirkiye tecrîda ku li Rêber Ocalan ferz kiriye didomîne. Ji ber ku Ocalan dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe û tevahiya pirsgirêkên nakok ên herêmê û Rojhilata Navîn çareser bike. Berdewamkirina tecrîdê israra kûrkirina krîzan e.”

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, didomîne. Roj bi roj tedrîdê giran dike. Di hevdîtina dawîn de Ocalan metirsiyên siyasetên ku li herêmê têne meşandin destnîşan kir.

Têkildarî berdewamkirina tecrîdê rewşenbîrên bajarê Hesekê ji ajansa me re axivîn. Rewşenbîran gotin: “Berdewamkirina tecrîdê, tirsa dewleta Tirk a ji projeyên demokratîk ên ku Rêber Ocalan banga wê dike ye.”

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk ê Hesekê Ezîz Elî got: "Rêber Abdullah Ocalan wek nûnerê gelan û vîna wan, derket cîhanê û civaka Rojhilata Navîn. Berdewamkirina tecrîdê tê wateya berdewama komploya navdewletî ye. Astengiyên ku Erdogan di dema heyî de dijî, mezin in û ew çareserî di şer de dibîne. Da ku desthilatdariya xwe dirêj bike. Ji ber wê tecrîdê didomîn e."

Elî destnîşan kir ku ruxmî Ocalan gelek caran diyar kiriye ku çareseriya pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn li gel wî ye, lê Tirkiye derfetê nade Ocalan. Elî wiha domand: “Ji ber ku bi vedîtina çareseriyên kirîzan re dê desthilatdariya Erdogan bi dawî bibe.”

Elî di dawiya axiftina xwe de wiha got: “Ne tenê Kurd, civaka Rojhilata Navîn bi giştî divê yek dest be. Eger civaka kurdî û partiyên Kurd bixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin divê pirsgirêkên biçûk derbas bikin, li rex hev bin û civîna yekrêziya refa Kurd li dar bixin.”

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî jî got: "Nameya rêbertî dê herêmê ber bi ewlehiyê ve bibe. Dê çareseriyê ji tavahî pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn re bibîne. Ji ber wê Tirkiyê di tecrîdê de bi israr e."

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din