‘Berdewamkirina tecrîdê  berdewamkirina kuştin û tundiyê ye’

Şêniyên navçeya Girkê Legê gotin: “Berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê wateya li Rojhilata Navîn berdewamkirina kuştin û tundiyê. Ramanên Rêber Ocalan biratiya gelan û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xist.”

Dewleta Tirk a dagirker, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Herî dawî jî, heta 3 mehan  biryara qedexekirina serdanan, derxistin.

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo, li ser mijarê axivîn.

Salih El -Ehmed ê ji pêkhateya Ereb got: “Armanca sereke ya komplo, girtin û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan ew e ku fikir û pêşniyarên wî yên banga azadkirina gelan, asteng bibe. Fikir û felsefeya Rêbertî ne tenê ji bo gelekî yan jî pêkhateyekî ye, ne tenê ji bo Kurd an jî Ereban e. Banga wî ji bo azadiya hemû gelên cîhanê ye. Rêber Ocalan jiyana xwe xist xizmeta parastina civakan, xwest fikrê mirovê azad bighîne tevahî cîhanê. Dewleta Tirk li dijî belavbûna fikrê Ocalan bi binket.”

‘Berdewamkirina tecrîdê dibe sedemê bilindbûna asta tundiyê’

Salih El-Ehmed bal kişand ser  nêrîn û çareseriyên ku Ocalan ji bo krîzên cîhanê û Rojhilata Navîn pêşkêş dike û got: “Berdewamkirina girtin û tecrîda li ser Rêber Ocalan tê wateya bilindbûna asta tundiyê li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Tirkiyê. Her wiha tê wateya zêdebûna kuştin û sûcan ku bi destê hêzên tarî tên kirin. Rêbertî banga çareseriyên aştiyane dike, banga tevgera aştiyane ya mirovî û siyasî ji bo xilaskirina Rojhilata Navîn ji krîzê dike. Lê hêzên tarî fikrê mirovî red dikin, di kuştin û bikaranîna çekan de bi îsrar in. Belê çek pirsgirêkan çareser nake. Tenê azadkirina Ocalan dê hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

‘Bi saya fikrê Ocalan gelên herêmê li hemberî siyasetên cudakirinê sekinîn‘

Şêniyê bi navê Mihemed Cemîl got, pergalên serdest fikrê Ocalan ji bo xwe wekî xeteriyekî dibînin, ji ber wê komplo pêk anîn û ew girtin.

Cemîl bal kişand ser pêşbîniyên Ocalan ên girêdayî aloziya Srûiyê û got: "Ocalan ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku xeta sêyemîn a siyasî ya netewa demokratîk û jiyana hevbeş hilbijêrin. Ji ber vê yekê desthilatdariya Tirkiyê tecrîda li ser Rêber Ocalan giran kir."

Cemîl, giringiya fikrê Ocalan ê ji bo gelê herêmê wiha rave kir: “Gelên herêmê bi saya fikrê Ocalan li hemberî hemû siyasetên cudekarî û fiteniyê sekinin. Jiyana hevbeş di rêveberiyeke xweser de pêş xistin.”

Mihemed Cemîl banga rakirina tecrîda li ser Ocalan kir û got: “Azadiya Ocalan dê kîrza Sûriyê û pirsgirêkên tevahî herêmê bi awayekî aştiyane çareser bike.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din