Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê: Êrîşên dewleta Tirk ji aliyê qanûnî ve ne rewa ne

 Reutersê îro li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku Almanya tu rewatiya qanûnî ya êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nabîne.

Berdevê wezaretê di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de got di halê hazir de ew nikarin rewşa li Sûriyê diqewime ku dewleta Tirk êrîşan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, rewa bibînin.

Her wiha şêwirmenda Alman Angela Merkel got Almanya nikare bibîne bê ka çawa êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê dê aramiyê bi xwe re bîne. Şêwirmenda Alman di demên derbasbûyî de gotibû ku divê dewleta Tirk êrîşên xwe yekser li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Di heman demê de piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Almanyayê şandina çekan ji Tirkiyê re qedexe kir, ev jî piştî dewletên Ewropayê yên wekî Fransa û Hollandayê heman qedexe ragihandin, pêk hat.

(eh)


Mijarên Din