Berdevkê qebîleya Igêdat hat kuştin

Berdevkê qebîleya Igêdat, Silêman El-Kesar di encama êrişeke li ser mala wî de jiyana xwe ji dest da û kurê wî birîndar bû.

Kuştin û hedefgirtina kesayetên welatparêz û naskirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku red dikin bibin amûrek di destê dewleta Tirk û çeteyên wê de, zêde dibin.

Piştî têkbirina DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew aliyên îstixbaratî hewl didin destkeftiyên gelê herêmê bi rêya hedefgirtina kesayetên têne nasîn û welatparêz li herêmê, têk bibin. Çeteyên girêdayî îstixbaratên dewleta Tirk di 30`ê Tîrmeha 2013`an de rêveberê PYD`ê Îsa Hiso li bajarê Qamişloyê qetil kir, her wiha di 14`ê Adara 2018`an de berpirsê Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş di mala xwe ya li Girê Spî de qetil kirin.

Îro jî çeteyan serokê Komîteya Eşîra El-Begêr a meclisa qebîleya Igêdat û berdevkê qebîleyê li Dêrazorê, Silêman El-Kesar ku bi navê Ebû Nayîm tê naskirin, di mala wî ya li gundê El-Kesar ê navçeya Bisêra ya Dêrazorê de kuşt.

Ebû Nayîm rakirin nexweşxaneyek li herêmê lê jiyana xwe ji dest da.

Ebû Nayîm bi welatparêziya xwe dihat naskirin. Di gelek peyamên xwe yênn çapemeniyê de destwerdana derve, bi taybet a dewleta Tirk ji Sûriyê re, red dikir.

Kiryarên bi vî awayî li herêmê berê jî çêbûn. Wekî qetilkirina endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hezîfe Ehmed li Dêrazorê û şêxê eşîra El-Efdale li Reqayê.

bx

ANHA


Mijarên Din