Berdevkê Pantagonê: Divê em şertên hevkaran pêk bînin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Sean Robertson got "Lihevkirina ku di navbera DYA û Tirkiyê de û taybet der barê avakirina "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê de, pêşîn e û ne ya dawîn e."

Di hevpeyvîneke li gel televîzyona El-Hura de berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Sean Robertson eşkere kir ku "Dan û standinên di navbera berpirsên her du welatan de hîna di gelek detayan de didome" her wiha Robertson îşaret bi girîngiya hevpeymana pêşîn a di navbera DYA û Tirkiyê de kir.

Robertson diyar kir ku hevkariyek di navbera her du welatan de ji bo pêkanîna 3 nuqteyên sereke heye û nuqte ev in; Rakirina metirsiyên ku Tirkiyê raber kirine , bihêlin ku koalîsyon û hevkarên di QSD`ê de di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de dewam bikin û parastina hevkarên xwe di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de."

Lihevkirina pêşîn a di navbera Washington û Enqereyê de, li gorî ku Robertson tekez kir, ew e ku her du welat dê bi hev re koordîneyê bikin û tîmek li erdê heye li navenda koordîneya çalakiyên hevbeş dibîne û dê navenda xwe li Tirkiyê be."

(jo)


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn