Berdevkê MSD`ê: Em dixwazin hemû pirsgirêkan bi diyalogan çareser bikin

Emced Osman got: “Derbasbûna Tirkiyê ji van herêman re wê ne hesan be û wê barek gelek giran be. Ji bo me jî wê giran be û wê her dû alî bedel bidin. Lewra em dixwazin hemû pirsgirêkan ne bi şer, lê belê bi diyalogan çareser bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker gefan li ser herêmên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin dixwe. Li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên giran, leşkeran bi cih dike û xendekan dikole. Dem dem jî li ser herêman re balafirên keşfê jî digerine.

Berdevkê MSD’ê Emced Osman têkildarî gefên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

‘Sînorê Tirkiyê ji xwe di nav parastinê de ye’

Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber naxwazê tecrûbeya sîstema demokratîk bibe çareseriya pirsgirêkên Sûriyê bi lez dixwaze êrîşan bide destpêkirin û got: “Dewleta Tirk qaşo behsa ewlekariya xwe dike û dibêje pêwîste ‘herêmeke ewle’ were avakirin. Qaşo parastina sînorên xwe dixe hincet. Lê ev ne rast e, ji ber ku heya niha tu kesî êrîşî sînorên Tirkiyê nekiriye. Sînorê Tirkiyê ji xwe di nav parastinê de ye.”

‘Heger êrîş hebin QSD`ê mecbûre ku dev ji hin cihên hesas berde û sînor biparêze’

Osman anî ziman ku mesafeyeke ku ji 5 km dûrî sînor, derketina çekên giran, hêzên xwecihî parastina sînor bikin hatiye qabûlkirin û got: “Tirkiyê şerta 32km dide ev jî tê wateya ku armanca wan ne herêmek aram e, armanca wan ewe ku, gelê herêmê bin dest bikin û tiştên ku li Efrînê kirin li vê herêmê jî bikin. Yanî dixwazin Kurdan û gelên herêmê li vir tune bikin. Heger Tirk êrîşî van herêma bikin wê demê QSD mejbûr e ku xwe ji gelek deverên hesas vekişîne û sînor biparêze. Ev ê bibe sedem ku rêxistinên terorîst careke din dikarin xwe ji nûve ava bikin.”

Daxwaza serekê diyalog in

Emced Osman diyar kir ku gefên dewleta Tirk ciddî ne û wiha berdewam kir: “ Heger civaka navnetewî bi erkên xwe ranebe, Tirkiyê derveyî îtîfaqan û qanûnên navneteweyî wê tev bigere. Em teqez dikin ku çi êrîş hebe wê li beramberî wê berxwedan jî hebe. Em naxwazin bi tu aliyan re şer bikin û gelê me têkeve nava xeteriyê. Daxwaza me ya sereke ew e ku ev pirsgirêk bi rêya diyalogan bêne çareserkirin. Divê em di vê qonaxê de hişyar bin û nekevin xefkên MIT`ê.”

‘Dive rejîma Sûriyê axa Sûriyê ji gefan biparez e’

Osman têkildarî helwesta rejîma Sûriyê ya li hemberî gefan jî got: “Her dema ku gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn tu helwestên tund ji aliyê rejîma Sûriyê ve nehate dayîn û tenê temaşe kirin. Rejîma Sûriyê niha jî bi erkên xwe ranabe û helwestên tund nîşan nade. Ev jî encama lewazbûna rejîmê ye. Sûriyê ketiye bin îradeya navdewletî. Divê rejîma Sûriyê bi erkên xwe yên exlaqî rabe û axa Sûriyê ji gefan biparêze.”

Osman anî ziman ku Tirkiyê xwest lîstokekê pêk bîne û bibe hevalbendê hem Rûsya hem jî Emerîka û ev tişt got: “Tirkiyê ne bû hevalbendê her du aliyan. Aliyê Tirkiyê hin nediyar e ku wê li kuderê bisekine. Wekî ku plan dikirin neçû serî û ji bo wê jî niha dixwaze pirsgirêkên hûndir û derve bi şerekî veşêr e. Derbasbûna Tirkiyê ji van herêma wê ne hêsan be. Encamên êrîşeke muhtemel wê ji bo herdû aliyan jî giran be. Lewra em dixwazin hemû pirsgirêkan ne bi şer, lê belê bi diyalogan çareser bikin.”

ANHA


Mijarên Din