Belgeyên nû der barê hebûna DAIŞ’ê di nava çeteyên Tirkiyê de

Di nava çeteyên DAIŞ’ê de serçeteyek bû û piştî rizgarkirina Baxozê yê gundewarê Dêrazorê berê xwe Tirkiyê. Di demên dawî de jî bi dewleta Tirk re wek serçeteyê komeke girêdayî dewleta Tirk  beşdarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Roj bi roj nîşaneyên ku çeteyên bi dewleta Tirk a dagirker re êriş dikin û beşdarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne ku bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra tê de hene, zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, çavkaniyên ji bajarê Girê Spî gotin, çete Xesan Xelîl ku serçeteyê berê yê DAIŞ’ê bû bi artêşa dewleta Tirk a dagirker re derbasî bajêr bûye.

Çavkanî anî ziman ku çete Xesan Xelîl ji bajarokê Hemam Tirkmen ê gundewarê Girê Spî ye. Di nava DAIŞ’ê serçete bû. Piştî gundewarên Dêrazorê ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin, berê xwe da Tirkiyê.

Çavkanî îşaret pê kir ku çete Xesan Xelîl wek serçeteyê komekê beşdarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bû û piştî dagirkirina Girê Spî derbasî bajêr bû.

Di destpêka ku çete derbasî herêmê bûye, dest bi kiryarên li dijî siîvlan kirin, bi taybet jî ku li gel DAIŞ’ê serçete bû û ji herêmê ye.

Çavkaniyan der barê hin binpêkirinên vî çeteyî de eşkere kirin û gotin:“Destdirêjî li şêniya bi navê Kerme Dodan kir û heqaret lê kir. Kerme Dodan ji şêniyê bajarokê Hemam Tirkmen ê ku ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker hatiye dagirkirin.”

Bi destpêkirina dagirkirina dewleta Tirk a bajarê Girê Spî re, çeteyên DAIŞ’ê yên ku revîne dewleta Tirk, vegerîn. Di çarçoveya vê mijarê de çavkaniyên ji hundirê Girê Spî da zanîn ku DAIŞ’iyê bi navê Îsmaîl Îdo ku Emîrê Zexîreyê li gel DAIŞ’ê li Girê Spî bû, ji nû ve tevî 150 DAIŞ’iyên dîtir piştî ji hêla dewleta Tirk ve bajar hat dagirkirin, vegerîn.

Hin çavkaniyên dîtir destnîşan kir ku ferdên malbata El-Belo ku tevlîbûna DAIŞ’ê ragihandine ku cihên serçetetiyê li bajarê girtibûn, vegerîn  û di heman demê de Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan jî ev agahî piştrast kirin.

Li aliyekî din jî çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Xalid Bin El-Welîd ku xebata nûçegihaniyê li gel DAIŞê’ li bajarokê Silûkê dikir û yê ku dîmenên qurbaniyên kortika El-Hota di dema serweriya DAIŞ’ê li herêmê de kişandine, vegeriya Girê Spî.

Çete Xalid Bin El-Welîd ji kurên pismamên Xelef El-Helos ê Emîr yekemîn ê DAIŞ’ê li herêma Girê Spî bû.

 (fr)

ANHA

 


Mijarên Din