Belgeyeke din a hevkariya Erdogan-Bexdadî

Derket holê ku serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî yê kuştî, talîmat daye çeteyên xwe yên ku ji bo êrişan şandine Ewropayê “da ku bi rehetî derbas bibin” di ser Tirkiyê re biçin.

Ajansa me ANHA’yê xwe gihand belgeyên nû ku hevkariya serokkomarê dewleta Tirk Erdogan û serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî derdixin holê. Bexdadî li gundê Barişa yê Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û digotin “bêyî xebera me çûkek jî nikare lê bifire”, hatibû kuştin. 

Belge têkildarî derbasbûna “yekîneyên ewlehiyê” ber bi Ewropayê ve ye ku ev yekîne agahiyên îstixbaratê yên çeteyan berhev dikin û plansaziya êrişên çêdikin.  

Talîmat bi bi îmzeya wîlayeta El-Xêr hatiye şandin û tê de wiha hatiye nivîsandin:

 “Peywirdarkirin

Bi navê Xwedayê mezin

Bi pêzanîn û talîmata “Emîr El-Mumînin” “emîrê berxwedanê El-Bexdadî”, Ebû Suleyman El-Enter ji Tirkiyê re, ji wê derê jî bi rêya birayê me yê ku peywirdarê kar û barên me yên ewlehiyê ye, ber bi Almanyayê ve, li gorî talîmata diyarkirî, da ku faaliyetan bi rê ve bibe, tê şandin.

Dîrok: 31.10.2015

Dewlet Îslamê ya Iraq û Şamê

Rêveberiya Wîlayeta El-Xêr”

Li ser navê Abdullah Muhammed El-Muhammed jî bi heman naverokê talîmatek hatiye amadekirin û ji heman kesî re hatiye şandin.

Ji bo DAIŞ’ê rêya ewle ya derbasbûna Ewropayê; Tirkiye

Bi van belgeyên ku bi fermana Bexdadî hatine amadekirin, nemaze tê diyarkirin ku divê çete di ser Tirkiyê re werin şandin da ku li Almanyayê kar û barên çeteyan bi rê ve bibin.

Di demên berê de jî gelek caran derketibû holê ku deweleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan, ji dagirkerî û qetlîamên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê re, ji Rûsya, Afrîkaya bakur û gelek deverên cîhanê çeteyan vediguhêze û her cure cebilxaneyê derbasî herêmê dike.

Bo nimûne; çeteyê DAIŞ’ê yê berê hatibû girtin Îlyas Aydin (Ebû Ubeyde) di Gulana 2019’an de têkildarî hevkariya DAIŞ û dewelta Tirk a li ser sînorê Tirkiyê ya bi têkiliya Erdogan-DAIŞ’ê çêbûye, ev agahî dabûn:

‘Me li ser sînor bi pêzanîna MÎT’ê bazirganî dikir’

“Sînor di bin kontrola me de bû, me bi MÎT’ê re her tim civîn çêdikirin. Hemû teqemenî, madeyên kîmyewî û tedawiya birîndaran, me her tişt di ser deriyê Tirkiyê re dikir.”

Agahiyên ku Îlyas Aydin dane, diyar dikin ku DAIŞ’ê bi rêya dewleta Tirk plansaziya sewqiyat û êrişên xwe organize kiriye û ji bo vê yekê DAIŞ’ê li Tirkiyê maseyeke taybet jî ava kiriye.

Hevkariya MÎT’ê û şaxê DAIŞ’ê yê Tirkiyê

Da ku karên xwe yên qirêjî û peywendiyên xwe yên bi derve re bi rehetî û bi rêk û pêk bi rê ve bibe, DAIŞ’ê bi navê “Mektebîl Tirkî” anku “Maseya Tirkiyê” yekîneyeke taybet amade kiribû.

Îlyas Aydin wiha digot: “Lîsteya çalakiyên ku dê li Tirkiyê pêk bên, ewilî didan MÎT’ê. Yê ku ew didan MÎT’ê, Abdurrahman Alagoz bû ku di nav koma ku teqîna Surûçê pêk anî de cih digirt.” 

Li gorî wan belgeyan, Ebû Bekir El-Bexdadî di 18`ê Sibata 2015`an de çeteyekî bi navê Hisên Mihemed El-Elî û di 21`ê heman mehê de çeteyê bi navê Elî Hemûd El-Îsa ji bo çûyîna Tirkiyê erkdar dike, ji bo ku derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Ewropayê û bi taybet ji Almanyayê re hêsan bikin.

Bi dehan belge desteka Tirkiyê ji çeteyên DAIŞ`ê re û vekirina sînoran li pêşberî çeteyên biyanî ji welatên cîhanê yên cuda ji bo ku tev li DAIŞ`ê li Sûriyê bibin, eşker dikin.

Ji McGurk têkildarî hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê statîstîkên balkêş

Di demek berê de şandeyê Amerîkî yê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk di panelekê de di 20`ê Cotmehê de têkiliya di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de eşkere kir û got: "Min hemleya Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ`ê bi rê ve bir. Tirkiyê hişt ku 40 hezar DAIŞ`î yên ku ji 110 dewletan bi rêya balafirgehên wê hatine, derbasî Sûriyê bibin."

Brett McGurk ev tişt diyar kiribû: "DAIŞ`î li ser sînorên Tirkiyê bûn. Me bi Tirkiyê re kar kir û ji dewletên din bêtir min serdana Tirkiyê kir, ji bo ku wan teşwîqî girtina sînoran bikim. Lê nekirin. Berpirsên Tirk tevî daxwazên koalîsyonê gotin ew nikarin sînoran bigirin."

Îtîrafên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hatine girtin, eşkere kir ku DAIŞ`ê li herêmeke sînor di navbera Tirkiye û Sûriyê de kampek ji bo perwerdekirina çeteyên xwekuj ava kiriye. Girtiyekî fransî dibêje ew di wê kampê de bû. Komên ku perwerdeyên leşkerî dîtine, ji bo ku wan bişînin Lubnan, Lîbyayê û bajarên din li Rojhilata Navîn dîtine.

(şx)

ANHA


Mijarên Din