Belgefîlma `Xormîna daholê` li Şehbayê hate pêşendan

Navenda Şopdarên Rojê ya çandî, vê êvarê belgefîlmê `Xormîna daholê` li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê pêşenda.

Belgefîlmê balê dikişîne ser berxwedana şêniyên taxa Şêxmqsûd û hevgirtina wan bi Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin re heta ku bi ser ketin e, her wiha berxwedana şervanan li eniyan û êrişên çeteyên ên bi çek giran li dijî taxê nîşan dide.

Di belgefîlmê de vîna şêniyên taxê ya xurt ruxmî dorpêça gelek salan û berdewamkirina berxwedanê destnîşan kir.

Piştî bidawîbûna belgefîlmê beşdaran sloganên silavkirina berxwedanên Şêxmeqsûd û Efrînê berz kirin.

Cara yekemîn film li bajarê Qamişlo hate pêşendan û cara duyemîn li Helebê û vê carê jî li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hate pêşendan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din