​​​​​​​Belengazê civîna NATO’yê; Erdogan

Halil Cemal

Bi serokê nû yê DYA’yê Joe Bîden re gelek mijar hatibûn nîqaşkirin,her wiha rewşa NATO’yê wê çawa be ev jî hatibû rojevê. Ji ber ku dema Trûmp NATO ji bo DYA’yê weke barekî hatibûn dîtin. Macron weke organîzasyoneke ku ‘’ji mêjiyê xwe ve mirî’’ nirxandibû. Ji ber vê, dihate meraqkirin bê ka piştî Trûmp DYA li gel mijaren din ev mijar jî wê çawa were nirxandin. 13-14’ê Hezîrana 2021’na bi tevlêbûna 30 endamên NATO’yê yên ku li Brûkselê kom bûn, ev mijar jî hate zelalkirin.

Divê mirov awirekê bide ser encamên civînê ku bi kurtasî weke ‘vegera DYA’yê’ hatî dayin û aliyên wê yên têkilî Kurdistanê û herêma me.

NATO, piştî şerê cîhanê yê duyan dijî Yekîtiya Sowyetan, welatên sosyalîst û dijî têkoşîna azadî-demokrasiyê weke pakteke leşkerî hatiye avakirin. Her çendî weke Rêxistina Peymana Atlantîkê ya Bakur hatibe pênaekirin jî, NATO ya ku li çar aliyê cîhanê li dijî hêzên şoreşger-demorkat û têkoşînan pozisyona xwe danî, 4’ê Hezîrana 1949’an bi pêşengiya DYA’yê ve, ji hêla 12 dewletên Ewropayê ve hatiye aakirin. Ev hijmar îro bi tevlêbûna hin dewletên berê endamên pakta Varşovayê û hin dewletên din ên Ewropî bûye 30. Mesrefa leşkerî ya endamên NATO’yê ji 70 ji 100’î yê cîhanê zêdetir e. Li gorî encamên civîna dawî ya NATO’yê bi tevlêbûna Ukrayna û Gurcîstanê ev hijmar wê bibe 32.

NATO ji avabûna xwe ve, weke propagandaya ku dike demokrasî û mafê mirovan naparêze. Piştî 1949’an li çar aliyê cîhanê derbeyên leşkerî, rêxistinên mîna Gladyo ku weke tevnekê cîhan dorpêç kirine, dewletên mafya-çeteyî, sûcên mirovahiyên yên giran di nav kar û barên NATO’yê de cih digirin. Ji ber vê, beriya civîna vê organîzasyona ku dema wê ya bihurî pir tarî ye, îdîayên li ser têkoşîna dijî otokrasiyê, parastina mafê mirovan û nirxên demokratîk weke rêbaza çêkirina têgihiştinê tê bikaranîn. NATO ya ku di vê civînê de jî hesabê sûcê dijî mirovahiyê nedayî, ji ber vê hewceyî pê nedîtî ku ji mirovahiyê lêborînê jî bixwaze, weke duh, îro jî pozîsyona xwe ya dijberî têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê didomîne. Ji vî alî ve endamên NATO’yê bi armanca serweriya cîhanî û êrîşê jib o ku parastina hegemonyaya xwe li hev kom bûne û hin biryar hatine standin.

NATO ya ku sala 1949’an li nav pergala cîhanî ya dubendî bi dijminatî ragihandina sosyalîzmê hatî avakirin, xwe dispêrê ser stratejiya şerê sar ê parastinê û êrîşê. Piştî feşkilîna yekîtiya Sowyetan û bloka sosyalîst ji ber ku dijimn li holê neman piştî salên 1990’î hebûna NATO’ê ketiye ber nîqaşan. Li şûna NATO’yê hatiye rojevê ku arteşa ewlehiyê ya Ewropayê were avakirin.

Bi êrîşa sala 2001’ê ya li ser Cot Barûyan ‘komên terora îslamî yên radîkal’ ku bi kontrola NATO’yê hatine avakirin weke dijminên sereke hatina ragihandi û NATO li Efganîstanê hatiye çalakkirin. Herî dawî bi navê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê hêzên koalîstonê ku hatin cem hev bi rêjeyeke girîng ji endamên NATO’yê hatine danîn. Nexasim li ser mijara ku TC ya faşîst-dagirer ya têkiliya xwe ya bi DAÎŞ’ê, li Deryaya Rojhilat û Libya-Karabagê bi welatên NATO’yê re ketî nav helwestek hevnegir, bûye rojeva herî giring a van demên dawî. Ji vî alî ve civîna dawî ya NATO’yê, di serî de jib o Kurdistanê, ji bo geşedanên din ên li herêmê di demeke girîng de hatiye kirin.

Ji ber vê mijara ku divê bi esasî em li ser bisekinin ew e bê ka rewşa tevgera azadiyê ku yek ji hêmana herî girîng  ku geşedanên li herêmê diyar dike TC ya faşîst û dagirker dixwaze tasfiye bike çawa hatiye nirxandin, an jî wê bandora xwe çawa li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê bike.

Bi vê maneyê ji aliyê cîhanî ve civînê dijminekî nû ragihandiye. Rûsya û Çîn. Ev her wiha tê maneya ku dîsa û hem jî bi rengekî berfireh vegere ser dema şerê sar. Jixwe amajekirinên demokrasî, otokratî û mafê mirovan weke amajekirina serek ya şerê sar li cihê xwe yê her demê ne, nexweşiyên hêlî û mijara germbûna cîhanî jî li vê zêde dibe. Biryarên civîna G7’ê ya Ingilistanê ji vî alî ve biryarên NATO’yê diyar kiriye. Di civîna G7’ê de tê destnîşankirin ku projeyeke alternatîf li ber projeya Çînê ya ‘’Rêya Nifşê’’ were danîn, di civîna NATO’yê de jî hatiye axaftin ku Çîn ji hêla leşkerî ve bi rengên cuda were dorpêçkirin.

Piştî ku Çîn û Rûsya bibin dijminê hev TC ya faşîst û dagirker jî ku bi wan re têkiliya xwe xweş e, wê bêgav bimîne ku li gorî vê pozîsyona xwe nûjen bike. Her çendî di biryarên encamê de gotinên li ser pirgirêkên ewlehiyê ya TC’ê faşîst, desteka li têkoşîna terorê û parastina li ser êrîşên pêkan derbas bûbûn jî, mijara parastina balefirxaneya Efganîstê ku ji alî desthilata AKP-MHP’ê ve weke amûra pêngavê dihate dîtin bi cih nehatiye. Ev rewşe û daxuyaniyê şefê faşîst Erdogan ên piştî civînê nîşan dide ku li ser mijara Çîn/Rûsyayê tişta ku dixwestin bi cih nehaiye. Bi qutebirî polîtîkayên AKP-MHP’ê li nav NATO’yê têne nîqaşkirin. Daxuyaniyên encamê yên serokê DYAyê Joe Bîden û ya lîderê Fransa û Erdogan vê nîşan dide.

Ji aliyê dî ve mijara ku Gurcîstan û Ukrayna bikin endamê NATO’yê jî, dorpêçkirina Rûsyayê, li ser mijara Deryaya Reş û Kafkasan ji niha û pê de NATO wê tenê bi TC’ê re sînordar nemîne. Ev jî tê maneya ku TC ya ku jeopolîtîkaya weke çekekê bi kar tine, qels bibe. Piştî civîna NATO’yê çûna serekçeteyê faşîst a Erdogan a Azerbaycanê mirov dikare weke hewldana parastina giringiya li Kafkasan bibîne.

Li gel ev qas tiştan ji naveroka hevdîtinan lîderan zêdetir di çapmeniya Tirk de derketina pêş a wêneyan, nîşana wê ye ku civîna NATO’yê dibe amûra ku pê siyasta navxwe manîpule bikin.

Lê divê mirov wê çawa şîrove bike ku TC ya faşîst ji bo NATO’yê girîng were dîtin an jî şefê desthilata faşîst a AKP/MHP ji çav re jî be wiha pir têgehên weke demokrasî, mafê mirovan û otokrasiyê bi kar tine li van platformên wiha cih digire.

Desthilatên faşîst ên AKP’ê weke projeyeke DYA/NATO’yê hatiye ser kar. Ango ev desthilat bi hin peywiran e ku were ser kar. Dema civîna dawî nîqaşên li ser nûjenkirina danezana Atlantîke jî nîşan die ku nûjenkirina ku li ser lê tê fikirandin, tê xwestin ku hiqûqa ji nû ve dizaynkirina siyasî ya cîhanî were danîn.

Ev nûjenkirin tê  maneya ku TC ya faşîst li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi fiîlî dike yan na, nayê zanîn. Lê li ber çavê cîhanê TC ya faşîst dagirker dike, Kurdan bêcihûwar dike û jîgehên nû datîne û  ji deverên din koman tîn û li wan deran bi cih die. Siberojê jî bi îhtîmaleke mezin bi mirovên ku ji deveên din anî, bi referandûmê weke Hatayê dixwaze bi fermi bi ser xwe ve girêbide. Niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Azez, Cerablûs, Idlibê vê dike. Li Qibrisa Bakur vê plane bi cih tine. Li Başûrê Kurdistanê heman tiştî diceribîne. Ev dibe şîroveya ‘Osmaniya Nû’ ya desthilata faşîst. Ango li gorî xwe di ser qirkirina Kurdan de dixwaze sînorên millî yên Mîsakî Millî nûjen bike. Niha bi polîtikayeke wiha ji hêla Israîlê ve li Filîstînê tê ceribandin. Dewleta Israîlê jî bi qirkirina Filistîniyan dixwaze biçe ‘xakên ku hatine bexişandin’, bi Yahûdiyên ku ji derve naîne dixwaze li vir serwer bibe. Hikûmeta Netanyahû ku dixwaze vê polîtîkayê bi hovîtî bi cih bîne ji ber vê sedemê hilweşiya. Koasliyoneke nû ava bû. Yangî weke meseleya Kurd meseleya Filîstînê jî ji ber ku bi çarçoweya neteweya demokratîk ava nabe hikûmet li pey hev hildiweşin. Lê hikûmetên Israîlê bi ser ket ku pêşengên pêşverû û demokrat ên gelê Filîstînê tasfiye bike. Desthilatên faşîst ên AKP’ê jî li Kurdistanê bi eynî rolê anîn. Peywira wê ew bû ku di serî de PKK’ê bi tevahî tevgera Apoyî tasfiye bike. Niha hê jî desthilata AKP-MHP’ê bi vê peywirê li ser piya tê hiştin. Weke di mînaka başûrê Kurdistanê de tê dîtin, tê teşwîqkirin.

Desthilata faşîst ku dixwaze vê peywira xwe bi cih bîne xwe bi her kesî dide firotin. Bi Rûsya, Çîn, Îranê û niha jî bi rejîma Sûriyê re bi vê çarçoweyê têkiliyê datîne. Bi firotina Îxwaniyan dixwaze bi Misrê re têkiliyan geş bike. Çeteyên xwe yên ku li Libya, Karabagê û li gelek deverên din bi kar anî niha li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Bi teknîka û fînansmana welatên NATO’yê û Israîlê şerê gerîla dike û ji bo ku bi teqezî bi ser bikeve dixwaze şansekî bidinê. Dibêje hewceyî wext e. Bi qasî ku tê fêhmkirin ji bo ku encama ku dixwaze bi dest ve neaniye piştî Riza Zarrab niha jî bûyera Peker derketiye holê.

Serekçeteyê faşîst Erdogan bi bêcihkirina gelê Kurdistanê ,bi qirkirina Kurdan, bi her sûcê dijî mirovahiyê yê li ser Kurdan çû Brûkselê. Ji bo ku Kurdan di şexsê PKK’ê de terrorize bike her cure provakasyon, hîle û lîstik ceriband. Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku li bara gerîla encamê bistîne bi hêzeke teknîk û leşkerî ya giran ev mehek û nîv e bi pejirandina NATO’yê êrîş da destpêkirin. Dixwaze hêzên PDK’ê li dijî gerîla bide şerkirin û prestîja Kurdan a têkoşîna dijî DAÎŞ’ê kêm bike. Êrîş bire ser Mexmûrê. Minbiç kire hedef. Gef li Şengalê xwar. Di demeke wiha ku tecrîda li ser Rêber Apo pir giran e xwest vê bi ser bixe. Lê nebû. Vê rewşê bi rengekî ku di civîna NATO’yê de mirûzê şefê faşîst Erdogan bike, xwe nîşan da. Di encamê de gazin kir ku di têkoşîna dijî terorê de desteka ku dixwest bi dest nexistiye.

Bi encamî pêşî di civîna G7’ê de û piştre di civîna NATO’yê de ji nû ve vegera DYA’yê hate ragihandin. Belgeya stratejiya netewî ya DYA’yê wke belgeya NATO’yê hate pejirandin.

Civîna NATO’yê ji vî alî ve weke ku zêde hêvî nedaye desthilata faşîst. Zorê li wan têkiliyên bi Rûsyayê re dike ku li Ukrayna, Azerbaycan, Polonya daniye, hevsenga ku li Sûriyê daniye dijî berjewendiya Rûsyayê hewl dide ku deyne. Ji bo ku qirkirina Kurdan temam bike kî zêdetir destekê bide dixwaze bi wan re bixebite. Lê li aliyê dî bi tirsa hêzên ku wê li dijber bisekine destekê bide têkoşîna azadiyê ya Kurd hewl dide ku bi her kesî re têkiliya xwe bidomîne. Ha yak u biryarên Tirkiyê yên civîna NATO’yê diyar dike jî ev paradox e. Ev jî şefê faşîst dike rewşa pepûkan.