Bekir Elo: Rêveberiya Xweser a Efrînê li ser karê xwe ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo got “Şêniyên Efrînê bi rastiya hewldan û armancên artêşa Tirk a dagirker dizanin, lewra di berxwedanê de li herêmên Şehbayê tevî dorpêç û zehmetiyan bi israr in."

Bi wesîleya salvegera 6`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di 29‘ê Çileya 2014`an de, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Bekir Elo behsa destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Efrînê beriya dagirkirinê û rola wê di birêvebirina kar û barên şêniyan de kir.

Elo di destpêka axaftina xwe de şehîdên ku di oxira parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser de canê xwe feda kirine, bi bîr anîn û wiha domand: "Kantona Efrînê birêxistinkirî û ewle bû. Di dema ku tevahiya Sûriyê di nav aloziyeke mezin de bû, şêniyên Efrînê Rêveberiya Xweser ava kir, ji bo ku kar û barên xwe ji tevahiya aliyên rêxistinî, aborî, siyasî û civakî ve bi rêk û pêk bikin. Efrîn koçberên ji tevahiya herêmên Sûriyê pêşwaz kirin û bê cudahî bi wan re jiya. Li vir yekemîn tovê neteweya demokratîk derket."

‘DAGIRKIRINA EFRÎNÊ HEDEFGIRTINA RÊVEBERIYA XWESER Û NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Elo destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca hedefgirtina tecrubeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk êrişî kantona Efrînê kirin.

Elo got şarezahiya ku şêniyan ji tecrubeya Rêveberiya Xweser girtine, li kantona Şehbayê anîn cih û wiha domand: "Di salên derbasbûyî de şerên dijwar li kantona Şehbayê rû dan. Ji ber wê binesaziya kantonê bi temamî wêran bû. Piraniya malan hilweşiyan û bi mayînan hatine çandin. Lê şêniyên Efrînê sûd ji tecrubeya Rêveberiya Xweser girtin û ew şareza li Şehbayê anîn cih û bi rêya komîn û meclisan xwe bi rêxistin kirin." 

RIZGARKIRINA EFRÎNÊ BI BERXWEDANA LI ŞEHBAYÊ DEST PÊ DIKE’

Bekir Elo behsa rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, binpêkirinên çeteyan li dijî wan kir û got: "Çeteyan ne tenê herêm dorpêç kir, di heman demê de cihên sivîl tê de ne, topbaran dikin. Ev kiryar israra şêniyan di berdewamkirina berxwedan û têkoşînê de neşikand. Şêniyên Efrînê ketin ferqa rastiyê ku rizgarkirina Efrînê ji berxwedana wan a li Şehbayê destpê dike. Gel li vir bi rêya komînan perwerdeyên fikrî dibînin, tevî azaran kar dikin ji bo ku pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bikin. Gel ketiya ferqa vê rastiyê û berxwedana xwe didomînin."

RÊVEBERIYA XWESER LI SER KARÊ XWE YE’

Elo xebatên Rêveberiya Xweser ji destpêka koçberiyê ve bi bîr xistin û got: "Rêveberiya Xweser kehrebe ji şêniyan re peyda kir. Mehê du caran pakêtên xwarinê pêşkêş dike. Her wiha ava vexwarinê û derman peyda kirin. Dermankirin ji şêniyên ku hatine kantonê re pêşkêş dike. Perwerde ji bi deh hezaran zarokên Efrînê re peyda kir, Perwerde di nav kamp û malên hema bêje wêrankirî ne de dest pê kir. Şêniyan di van gavan de piştgirî dan rêveberiyê."

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê siyasetên rejîma Sûriyê yên li dijî şêniyên Efrînê yên koçber şermezar kirin û got: "Rejîm derbasbûna alîkariyan ji şêniyên Şehbayê re asteng dike. Bac li her tişt derbasî Şehbayê derman, sotemenî û madeyên xwarinê ferz dike. Her wiha rêxistinên navneteweyî berovajî îdiayên xwe tiştekî pêşkêş nakin."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Efrînê Bekir Elo teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê li Şehbayê dikin û got: "Nivîskarê fransî Victor Hugo dibêje; ji vir Tirk derbas bûn her tişt bû xerab. Rewşa Efrînê vê gotinê piştrast dike. Dagirkeriya Tirk darên zeytûnê qut dike, şûnwarên wê talan dike ku dîroka wan vedigerin bi hezaran salan."

(şx)

ANHA


Mijarên Din