Bekir Elo: Êrişa li ser bakurê Sûriyê berdewama planek fireh ji bo dagirkirina herêmê ye

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê ya dagirkirî Bekir Elo got êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama planek dagirkerî fireh e. Her wiha teqez kir ku Tirkiyê terorîstan ji bo vejandina imperatoriya Osmanî bi kar tîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Her wiha dagirkerî êrişî kantona şehba û navçeyên Efrînê jî dike. Di vî warî de hevserokê meclisa kantona EFrînê Bekir Elo ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Elo siyaseta dewleta Tirk a dagirker destnîşan kir û teqez kir ku dewleta Tirk li ser zihniyeta yeknetew ava dibe. Ji bo li ser aloziyên hundirîn bigire hertim bi gelek Tirkiyê dide hesîn ku gefkirî ye. Li ser asta derve jî penaberên Sûriyê wek kaxizek zextê li civaka navdewletî bi kar tîne.

Elo di nav gotinên xwe de êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Til Rifat û Şehbayê bi giştî,  destnîşan kir û got: "Ev herêm bi deh hezaran ji şêniyên resen û Efrînê yên ku ji warên xwe koçber bûne hemêz dike. tu hêzên leşkerî li vir tune ye. Lê Tirkiyê êrişên xwe bi heman hincetên ne rast didomîne."

Elo balkişand ser ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya planek dagikirî fireh de ku bi rêya wê armanc dike hegemoniya xwe li ser axa Sûriyê zêde bike tevî çeteyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Her wiha destnîşan kir ku çeteyên tev li êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi xwe ne, lê nav cuda ne. Çapemeniya cîhanî û raya giştî hemû belgeyên ku vê rastiyê îsbat dikin belav kirin.

Bekir Elo diyar kir ku cîhan hemû minetdariya xwe ji Hêzên Sûriye Demokratîk re pêşkêş kir lê Tirkiyê bi êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze rêxistina ku QSD`ê bi dawî kiriye vejîne.

Elo wiha domand: "Niha terora rastî li cem artêşa Tirk a dagirker e. çeteyên ku pê re şer dikin, DAIŞ`in. Serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li herêmên dagirkeriya Tirk li Sûriyê hate kuştin. Têkiliya di navbera Tirk û Cebhet El-Nusra berdewam e û cîhan tevahî ketiya ferqa vê rastiyê."

Elo di berdewama gotinên xwe de bi bîr xist ku li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê ji Cerablusê heya Efrîn û Idlibê dagir kirine tevlihevî û rewşek ne aram li ser tevahiya astan heye. Teror li tevahiya wan herêman heye û jiyan tê de nabe. Elo teqez kir ku Tirkiyê ji bo vejandina xewnên imperatoriya osmanî li Rojhilata Navîn bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Kantona Efrînê Bekir Elo di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir di serî de Rûsya û Amerîka ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker a faşîst li ser gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar bin. Her wiha bang li wan kir ku bi lez mudexele bikin û terora Erdogan û çeteyên wê rawestînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din