​​​​​​​Bekir Elo: Nehêlin dewleta Tirk axa Sûriyê parçe bike

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bang li rêxistinên navdewletî û mafnasan kir ku destwerdana binpêkirinên dewleta Tirk ên li  dijî şêniyên kantona Efrînê, bikin û nehêlin dewleta Tirk xaka Sûriyê parçe bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Bekir Elo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide axa Sûriyê parçe bike û kiryarên Lîwaa Îskenderonê yên berê dubare bike.

Bekir Elo di destpêka axaftina xwe de got: “Di demên dawîn de dewleta Tirk hîn zêdetir derbasî xaka Sûriyê bûye, kembera di navbera sînorê Sûriyê û Tirkiyê de guhart û bi rûbera yek kîlomtreyî derbasî xaka Sûriyê bû. Isbata vê yekê jî gundên navçeya Bilbilê û Raco yên kantona Efrînê ye.”

Bekir Elo bal kişand ser dîwarê parçekirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker di navbera bakurê Sûriyê û Tirkiyê de lê kiriye û got: “Dewleta Tirk par dîwarê parçekirinê li gundên navçeya Şêrewayê ava kir û ji Kelha Seman dest pê kir û heta bi dergeha Bab El-Selam ê herêma Ezazê dewam kir. Dewleta Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê hewl dide Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.”

Bekir Elo bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û got:"Dewleta Tirk malbatên Tirkumenan û malbatên ji Xuta û herêmên din ên ji Sûriyê û ji gundên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê li kantona Efrînê bi cih dike û belgeyên sexte derdixîne ku ev malbatên Tirkumen ên herêmê ne.”

‘METIRSIYA DUBAREKIRINA LÎWAA ÎSKENDERONÊ HEYE’

Bekir Elo destnîşan kir ku li ser herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine metirsiya dubarekirina senaryoya Lîwaa Îskenderonê ya ku di sala 1939`an de pêk anî heye û got: “Em ji dubarekirina Lîwaa Îskenderonayê bi fikar in, ji ber dewleta Tirk hewl dide parçeyên xaka Sûriyê dagir bike. Bi taybet jî li Efrînê. Ji ber vê yekê her kes dîroka dagirkeriya Osmaniyan nas dike. Delweta Tirk hewldanên dubarekirina xewna bav û kalên xwe yên Osmanî dike û dixwaze cîhanê ji nû ve dagir bike."

‘HIKUMETA SÛRIYÊ HEMBERÎ BINPÊKIRINAN BÊDENG E’

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Efrînê Bekir Elo wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Li  hemberî van binpêkirinan hemûyan hikumeta Sûriyê û rêxistinên navdewletî bêdeng in. Lewma divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û kiryarên dijminane yên li dijî xaka Sûriyê, nexasim Efrînê bike. Dewleta Tirk hewl dide nakokiyan di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê derxe. Ji Kurdan bigire û heta bi Ereb, Asûr û Suryaniyan. Isbata vê yekê jî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Bekir Elo da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker di serî de derbekirina projeya Neteweya Demokratîk e, ji ber hemû pêkhateyên digire nava xwe.

Bekir Elo di dawiya axaftina xwe de îşaret bi kiryarên Tirkiyê kir û wiha got: “Dewleta Tirk ne tenê destwerdana xaka Sûriyê kir lê belê destwerdana kar û barên Lîbyayê, Yemen û Somalê jî kir. Çeteyên sûrî şandin Lîbyayê û hewl dide ewlehiya herêma Lîbyayê jî têk bibe.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din