Behreynê daxuyaniyên dewleta Tirk ên li dijî Îmaratê şermezar kirin

Behreynê daxuyaniyên dijminatiyê ku ji aliyê wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ve der barê dewleta Îmaratê de derketin, şermezar kirin û da zanîn ew gefan li ewlehiya neteweyî ya erebî dixwe.

Wezareta Karên Derve ya Behreynê da zanîn ku daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên dar barê Îmartê de nayên qebûlkirin û ne li gorî pîvanên dîplomatîk in û şantaj in.

Behreynê piştgiriya xwe ji Îmarat re diyar kir û tekez kir ku helwesta wê der barê destwerdanên dewleta Tirk ên ji kar û barên dewletên Ereban re eşkere ye, her wiha destnîşan kir ku destwerdanên dewleta Tirk ne li gorî pîvanên NY`yê, peymanên Rêxistina Hevkariya Îslamî ye û gefan li ewlehiya erebî û herêmî dixwe.

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Enwer Bîn Mihemed Qerqaş wiha got: "Daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Tirkiyê xistineke nû ya dîplomatîk a welatê wî ye."

Qerqaş li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Têgeha deriyê bilind û dewleta bilind û fermanên wê cihê wê arşîva dîrokê ye. Têkilî bi gef û sozan nayên birêvebirin. Cihê xeyalên dagirkeriyê di vê demê de tune ye. Ya baş ku Tirkiye dest ji destwerdanên kar û barên erebî berde."

(bx)


Mijarên Din