Behaa El-Ewam: Nakokî wê heta lûtkeya Londonê bidome

Nivîskar û rojnamevanê sûrî Behaa El-Ewam ji ajansa me re got: “Nakokiya di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropeyê de çi di dosyaya DAIŞ`iyên rojavayî yan jî penaberan wê heya lidarketina lûtkeya di navbera Erdogan, lîderên Almanya, Fransa û Brîtanyayê de li Londunê di destpêka meha bê de bidome. Yan wê hemû  girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihev bikin yan jî wê xetek nû ji danûstandinên tirkan bi Washington û Moskovayê re çêbibe.”

Tevgera herêmî û navneteweyî girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin li gel şantaja Tirkiyê ji Ewropayê re bi kaxizên DAIŞ û penaberan di dema ku di rojên pêşiya me de dê gelek danûstandinên cuda di vî warî de li darkevin.

Girêdayî vê mijarê nivîskar û rojnamevanê sûrî Behaa El-Ewam ji ajansa me re axivî û got: "Hewldanên Tirkiyê û çeteyên wê yên domdar di firehkirina herêmên êrişên xwe de di bin navê Kaniya aştiyê de du armancên wê yên leşkerî û siyasî hene."

El-Ewam diyar kir: "Armanca leşkerî ew e ku dixwazin lingê xwe di herêmên ku kontrol kirine de tesbît bikin, îham bikin ku ev operasyon wê di sînorên wan herêman de nemîne û eger derfet jê re peyda bûn wê hegemoniya xwe bêtir fireh bikin.

Ya siyasî li gorî El-Ewam teqezkirina Enqereyê ku lihevkirinên wê bi Moskova û Washingtonê re hîna temam nebûne û hinek nuqteyên nakok hene û enî aram nabin heta çareser nebin.

Têkildarî dubendiya Tirkiyê di têkiliyên xwe de bi Washington û Moskovayê re El-Ewam got: "Çendîn reftariya Tirkiyê li bakurê Sûriyê nakok be lê ew di çarçoveya lihevkirinên netemam de bi Rûs û Amerîkan re tê famkirin. Ev lihevkirin netenê ji ber nuqteyên nakok di navbera her sê aliyan de temam nebû, lê belê ji ber ku planên amerîkî li wan herêman diyar nebûne."

Heta vê kêliyê DYA`ê bi awayekî dawî teşeya hebûna wê li herêmê diyar nekiriye. Heta ev tişt pêk were wê rewşa nenas a reftariyên rûs, îranî û heta Hêzên sûriye Demokratîk wisa bimîne.

Hemû ketine ferqê ku lihevkirinên li wir bi her aliyekê re diviyabû ku li ser  teşeya hebûna amerîkî li herêmê ava bibûya. Ji ber ku ew diyarkerê sereke yê hevsengiyên siyasî û leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Girêdayî nakokiya di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de El-Ewam got: "Mirov dikare vê nakokiya domdar a di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de çi di dosyaya DAIŞ`ên rojavayî de û çi mijara penaberan fam bike ku wê heta lidarketina lûtkeya di navbera Erdogan û lîderên Almanya, Fransa û Brîtanyayê de li Londonê bidome. Yan wê hemû li ser tevahiya pirsgirêkên girêdayî herêma ewle li bakurê Sûriyê li hev bikin. Yan jî em ê guhertinek di xeta danûstandinên tirkan bi Rûs û Amerîka re bibînin."

El-Ewam di nav gotinên xwe de ev tişt diyar kir: "Lihevkirina tirkan bi ewropiyên re wê bê erêkirina amerîkî pêk neyê. Dibe ku di nav xwe de dûrbûnek di navbera Moskova û Enqereyê de girêdayî hinek nuqteyan de hilgire. Lê nuqteyek girîng heye divê Kurdên bakur û Hêzên Sûriye Demokratîk jê hişyar bin, ew jî ne pêwîste lihevkirina di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê de li gorî berjewendiyên wan be."

Di dawiyê de Behaa El-Ewam got: "Heta vê kêliyê tevahiya nameyên ji NATO û Yekitiya Ewropayê derdikevin, dibêjin ewropî dixwazin ew koalîsyona stratejîk bi Tirkiyê biparêzin û naxwazin bên hemberî hev."

(şx)

ANHA


Mijarên Din