Beha El-Ewam: Têkiliyên Tirkiyê û dewletên NATO’yê aloz in

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam got nîşane diyar dikin ku têkiliyên Tirkiyê û hin dewletên di NATO‘yê de gelekî aloz in, ji ber wê îhtîmalên gihîştina helwestekê der barê êrişên Tirkiyê de yên li ser Sûriyê kêm dike.

Di 3 û 4‘ê Kanûnê de bi rasthatina salvegera 70‘yemîn a NATO’yê civînek tê lidarxistin.

Serokên dewletên endamên NATO‘yê li Londonê kom dibin, di demekê de ku şerekî sar li ser gelek mijaran, jê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di navbera wan de rû dide. Li ser vê mijarê rojnamevan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam ji ANHA‘yê re axivî.

El-Ewam di destpêka axaftina xwe de got: "Hemû nîşane diyar dikin ku têkiliyên di navbera Tirkiyê û hin dewletên NATO‘yê de, di serî de Fransa û Almanya, pir aloz in. Ev yek îhtîmalên gihîştina NATO`yê ya helwestekê li hember êrişa Tirkiyê li ser Sûriyê nîşan bide. Dibe ku Brîtanya nêrînên tevahiya aliyan ji hev nêz bike. Bi taybet li gel ku li dijî piştgiriya Amerîkayê ji projeyên Tirkiyê re li Bakurê Sûriyê nasekine. Lê dijwar e ku Brîtanya bi tenê karibe nakokiyên girêdayî vê dosyaya girêk di lûtkeya NATO`yê ya li Londonê de çareser bike."

El-Ewam wiha domand: "Di her du rewşan de eger lûtkeya Londonê gihaşt lihevkirinekê yan jî na, girêdayî Bakurê Sûriyê, bi texmîna min dûr e ku NATO biryara derxistina Tirkiyê ji NATO`yê bide. Her wiha dijwar e Tirkiye bi dilxwazî ji NATO`yê derkeve, heta ku bi peymana moşekên Rûsî yek din tehdît dike. Bi baweriya min endamên NATO`yê hemû dixwazin nakokiyê bi Tirkiyê re çareser bikin, ne ku gur bikin. Lê ev ne bi rêya dayîna destûrê ji Enqereyê re ku şer li dijî gefên ku rastî sînorên başûrê NATO`yê tê, bi rê ve bibe mîna ku Tirkiye îdia dike. Lê belê bi rêya danîna planeke parastinê ji bo NATO`yê li ser sînorên başûr."

Têkildarî nakokiya di hundirê NATO`yê de El-Ewam got: "Nuqteyên nakokiyê di hundirên NATO`yê de mezin in. Lê Ewropa dixwaze nakokiyên bi DYA`yê re beriya yên bi Tirkiyê re derbas bike. Li vir hewldanên van dewletan ji bo ku pereyên zêde li ser budçeyên parastinê xerc bike, rewa dibin mîna ku Donald Trump bang dike û qanûnên rêziknameya hundirîn a NATO`yê şert dike."

El-Ewam di dawiyê de got: "Ewropî dizanin ku avakirina hêzeke leşkerî taybet bi parzemîna pir dûrî NATO`yê wê ne hêsan be û dem û kedên mezin dixwaze."

Ji vir diyar dibe ku di dema niha de çareserkirina nakokiyan di hundirê NATO`yê de rêya herî kin û hêsan e ji dewletên ewropî re. Bi taybet li gel texmînên derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê û îmzekirina wê peymanên parastin û aborî yên serbixwe bi DYA`yê re zêde dibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din