Bedran Çiya Kurd: Encamên Astanayê ji bo veşartin û sergirtina projeyên dagirkeriyê ne

Bedran Çiya Kurd got lihevkirina ji Astanayê derketiye, ji bo razîkirina Tirkiyê ye û encamên wê ji bo veşartin û sergirtina projeyên Tirkiyê yên dagirkeriyê ne.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd encamên civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê ya duh, nirxandin.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de piştrast kir ku koma Astanayê li şûna dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re, li mekanîzma û derfetên parastina berjewendiyên xwe li Sûriyê digere.

Bedran Çiya Kurd wiha berdewam kir: "Çareserkirina dozan bi vî rengî dê aloziyê kûrtir bike. Em lihevkirinên ji civînên Astanayê derdikevin wekî razîkirina Tirkiyê dibînin. Ew li ser dozên sereke li hev nakin, heke li hev kirin jî pêk naynin. Wekî her carê jî li ser dijminahiya xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwedî projeyeke demokratîk e, li hev dikin û bi navên ku em qebûl nakin tewanbar dikin. Ev yek di daxuyaniya ji civînê derketiye de xuya ye û wekî hewldaneke parçekirina Sûriyê ye."

Çiya Kurd daxuyand ku encamên civîna Astanayê ji bo veşartin û sergirtina projeyên dagirkeriyê yên Tirkiyê û komên çeteyên wê yên li Efrînê, Cerabilus û Serêkaniyê ne, kiryarên Tirkiyên ên li ser erdê û siyaseta tirkirinê vê yekê îspat dikin.

Çiya Kurd destnîşan kir ku ew piştgiriya çareseriya siyasî dikin û wiha got: "Em jî tekeziyê bi girîngiya çaresreriya siyasî bi rêya pêşxistina diyalogên Sûrî-Sûrî dikin û dibînin ku tu altirnatîfên wê tune ne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku tiştên li Cinêvê li ser hatine lihevkirin ne li gorî biryarên meclisa ewlehiyê ne ku tekeziyê bi girîngiya beşdarbûna hemû nûnerên Sûriyê bêyî dûrxistina aliyekî dike, ne û got: "Em dibînin ku hemû nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine dûrxistin."

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de got 5 milyon welatiyên Sûriyê li ser wê cografiyê dijîn û nûnerên rasteqîn ên civaka Sûriyê jî hatine dûrxistin û wiha dewam kir:"Di vê rewşê de  em bi zelalî ji raya giştî re dibêjin em encamên vê komîteya ku nûnertiya me nake, qebûl nakin. Avakirina komîteyeke bi vê rengî ji bo razîkirina Tirkiyê û siyaseta wê ye û tu çareyan ji aloziya Sûriyê re nîne."

Têkildarî daxuyaniya sêalî ya girêdayî koordînasyon û karê hevbeş ji bo têkoşîna li dijî terorê, Çiya Kurd wiha da zanîn: "Pêwîst nake em hebûna bi hezaran terorîst û komên teror ên di lîsteyên terorê yên cîhanê de li herêmên Serêkaniyê, Efrîn û Idlibê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, îspat bikin. Ew komên çete yekser piştgiriyê ji Tirkiyê digirin û kiryarên terorî li dijî gelê me  pêk tînin. Li şûna sergirtina ser terorê û parastina wê ji aliyê Tirkiyê ve û li şûna li peyî Tirkiyê bikevin,  divê şerê terorîstan û piştevanên wan bê kirin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku tekane astengî li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê, dewleta Tirk e ku pabendî tu biryar an lihevkirinên hevalbendên Astanayê nabe, heke wiha be, Astana mirî ye û tu çareseriyê ji pirsgirêka Sûriyê re nabîne. Em encamên Astana ji bo Deraa û Efrînê bînin bîra xwe, van encaman yekser li hemû aliyên aloziya Sûriyê bandor kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din