​​​​​​​'Bêdengiya navneteweyî sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde dike'

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li deverên dagirkirî dihêle ku ew sûcên zêdetir li dijî şêniyan bike û diyar kir ku rewşa zarok û jinan li wir gelekî xerab e..

Di kêmtirî hefteyekê de anku di 6 û 11'ê Gulanê de serçeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê 2 sûcên tecawizkirina li 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn. Her wiha keçeke 20 salî jî piştî ku xwediyên wê nexwestin wê bi çeteyekî re bizewicînin, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye ji ajansa me re destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê beriya 5 salan de, zêdetirî 680 welatiyên Efrîna dagirkirî kuştine, ji wan 93 ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, her wiha zêdetirî 8 hezar û 792 welatî hatine revandin û zêdetirî 100 jin hatine kuştin. Tecawiz li zêdetirî 80 jinan, ji nav wan zarok, hatiye kirin.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Başo sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên deverên dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku rewşa zarok û jinan li wir gelekî xerab e.

Evîn Başo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li deverên dagirkirî şermezar kir û got: "Ew peyman û qanûnên ku qaşo mafên mirovan diparêzin tenê li ser rûpelan man û li ser erdê nehatin pêkanîn, bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşana wê yekê ye."

Evîn Başo piştrast kir ku ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş û sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî zêde bikin.

Evîn Başo wiha zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin tola çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji aliyê jinan ve hatine kuştin û têkbirin hilîne, ji ber wê jî ew li dijî jin û zarokan sûcan pêk tîne".

Evîn di dawiyê de: "Ew dixwazin îradeya jinên azad têk bibin, hişmendiya baviksalarî ferz bikin û pergala serdest bi pêş bixin. Lê belê ev yek li hember jinên têkoşer û yên azad nabe astengî. Divê aliyên berpirs xwe li erkên xwe derkevin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî zarok û jinan rawestînin."

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din