`Bêdengiya DYA’yê têkildarî bazarên dewletên garantor metirsiyê çêdike`

Rewşenbîrên herêma Cizîrê got bêdengiya DYA’yê têkildarî bazarên ku dewletên garantor pêk tînin, metirsiyan çêdike û banga bilindkirina asta têkoşînê û berxwedanê kir.

Civînên Astanayê yên ku li ser esasê çareserkirina aloziya Sûriyê bûne mîna kabûsekê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re. Her ku ew civîn têne lidarxistin karesatek bi ser gelê herêmê de tê. Di rastiyê de ew alî ji bo danîna planên nû ku berjewendiyên xwe pêk bînin û demê zêdetir keysbaz bikin, têne lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û Rojhilata Navîn hevkariya hevalbendên xwe ku dixwazin berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin, ne rewa ne. Îran û Tirkiyê parçeyên herî mezin ji Kurdistanê dagir kirine û hewl didin yekitiya Kurdan li Sûriyê bi rêya destekdayîna Rûsyayê têk bibin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Meqso got dewleta Tirk hov e û wiha anî ziman: "Dewleta Tirk li ser pîvanên kuştin, hilweşandin û komkujiyan hatiye avakirin. Ji ber wê jî dema dibîne herêm li ser pîvanê biratiya gelan û neteweya demokratîk tê avakirin, yekser dixwaze wê têk bibe û parçe bike."

Ebûd Meqso diyar kir ku Tirkiyê bi hevkariya dewletên ku berjewendiyên wan ên hevbeş hene wekî Rûsya û Îranê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze planan deyne û bazarên nû ava bike da ku êrişî herêmê bike bi taybet piştî civîna Astanayê ya dawîn.

Ebûd Meqso tekez kir ku divê bi hêsanî li gefên Trikiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyên nihêrandin û wiha domand: "Divê bi kûrahî  û bi nêrîneke analîzkirî amadekariyên li hember êrişan werin kirin."

Ebûd Meqso got dewleta Tirk xwe wek dewleteke xurt dibîne, armanca wê ew e ku her tim êrişan pêk bîne û wiha domand: "Tirkiye hewl dide serweriya xwe li ser nexşerêya Rojhilata Navîn ji nû ve bi tawanên cuda bi rêya destekdayîna fikrên Îxwan El-Muslimîn û çete û hêzên ku wan li Başûrê Kurdistanê perwerde dike, ferz bike."

Meqso destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ku destkefiyên derve bi rêya derxistina aloziya xwe ya hundir ber bi derve ve, piştî ku gelek rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyen xistin girtîgehan, her wiha aloziya wê ya aborî û ev yek aloziyê zêdetir dike.

Ebûd Meqso got dewleta Tirk bi êrişên xwe ne tenê gefan li herêmên Rojhilata Navîn dixwe, lê belê gefan li dewletên Ewropayê jî dixwe û wiha pê de çû: "Girtina Tirkiyê ji nuqteyên stratejîk li ser sînor Yewnanistanê, Romanya û Bulgaristanê, her wiha Lîbyayê dewletên Ewropayê dixe nava xetereyê."

Ebûd Meqso îşaret bi bêdengiya Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê (DYA) kir û destnîşan kir ku ev yek metirsiyên mezin der barê bazarên ku di navbera dewletên garantor de çêdibin, ava dike û ev tişt anî ziman: "Divê asta têkoşîn û berxwedanê li hember planan were bilindkirin."

Ebûd Meqso di dawiyê de got divê yekitiya kurdî pêk were, ji ber ew garantorê yekemîn di hebûna kurdî de ye û heger zû pêk neyê dê pêkhateyên herêmê ber bi karîsetekê ve bibe.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Qamişloyê Hecî Beşîr jî diyar kir ku dewletên Ewropayê hişt ku Tirkiye bibe parêzvanê wan li Rojhilata Navîn. Hecî Beşîr anî ziman ku armanca êrişên dewleta Tirk li ser gelên herêmê ku herêmê hilweşîne, aramî û ewlehiya li herêmê bi hevkariya hevalbendên xwe tevlî hev bike.

Hecî Beşîr tekez kir ku dewleta Tirk hewl dide aboriya xwe ya hilweşandî sererast bike bi rêya dewletên zengîn weke Lîbya, Sûriyê û başûrê Kurdistanê.

Hecî Beşîr bilêv kir ku projeya netewa demokratîk û biratiiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyan li gel Tirkiyê û Îran ava dike û ev tişt got: "Mezintirîn parçeyên Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Heman titş ji bo Îranê jî ku zexteke mezin li ser her du dewletan çêdike."

Hecî Beşîr di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewletên Ewropayê yên herî zêde sûdê ji şerê li Rojhilata Navîn digirin, hewl didin aloziyê kûr bikin û kaxezan bi armanca firotina çekan û pêkanîna berjwendiyan tevlihev bikin.

Di dawiyê de Hecî Beşîr piştrast kir ku aloziyên li Rojhilata Navîn pêk tên, dozên aborî ne, ji ber ku li Rojhilata Navîn madeyên xam zêde ne.

bx

ANHA


Mijarên Din