Bazirganekî berhemên dîrokî hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo bazirganekî berhemên dîrokî girt

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe belav kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Buroya têkoşîna li dijî sûca birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bi destxistna agahiyên têkildarî bazirganekî berhemên dîrokî li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest bi lêgerînê kir.

Hêzê, bazirgan girt û pê re pirtûkek dîrokî ku bi ava zêr hatiye nivîsandin û hejmarek pereyên dîrokî dîtin.

Piştî desteserkirina berhemên dîrokî, hêzê ew veguhest dadgehê da ku li gorî qanûnê were darizandin."

(şx)

 


Mijarên Din