Bayik: Ewropa deyndarê PKK`ê ye-2

Cemîl Bayik got: “Gelê Kurd jî û PKK jî çi datînin ber xwe? Azadiya jinê, azadî û biratiya gelan, hemû heq û hiqûqê gelan datînin ber xwe. Her kesî ev dît. Dîsa bi taybet, hem Ewropa û hem Amerîka dîtin ku PKK li dijî DAIŞ'ê sekinî. Mirovahî parast, Ewropa parast. Ewropa deyndarî PKK'ê ye.

Beşê duyemîn û yê dawî ya hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik di ‘Bernameyeke Taybet' a Stêrk TV de wiha ye:

DIBÊJIN KU SEROKKOMARÊ TIRKIYEYÊ ERDOGAN SOZA HEMWELATÎBÛNÊ DAYE ÇETEYAN. FIKRA WE LI SER VÎ TIŞTÎ ÇI YE?

Tirkiye wan çeteyan wekî ‘akinci’yan birêxistin dike, çeka dide wan, li ku derê hewcedariya wan hebe, wan dişîne wê derê. Dixwaze hemwelatîbûnê jî bide wan da ku li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê wan çalak bike. Li Sûriye, Iraq û Lîbyayê van çeteyan bi kar tîne. Sibê belkî li cihekî din jî pêwistî hebe, wê bişîne wan deran jî. Çawa ku li nav Osmaniyan de ‘akinci’ hebûn, bi wan bajar talan dikirin û piştre jî artêşa Osmaniyan diçû ew der bi dest xist. Tirkiye jî vî tiştî dike, ‘akinci’yên wan jî çete ne. Bi rêxistina li Tirkiyeyê ya bi navê ‘Sadat’ van çeteyan rêxistin dike û dişîne her derê.

BERÊ DIGOTIN EM Ê NATO’YA EREBAN AVA BIKIN LÊ PIŞTRE DIBÊJIN EM Ê DEWLETÊN EREBAN JÎ TÊXIN NAV NATO’YÊ. JI BO ROJHILATA NAVÎN EV PLAN TÊ ÇI WATE YÊ?

Ev tişt tê axaftin, ew ê çiqasî pêk were, çiqasî rast e mirov nizane. Pêşî digotin wê di nav Ereban de NATO’ya Ereban çêbibe. Lê vê dawiyê jî dibêjin wê Ereban têxin nav NATO’yê. Kîjan rast e mirov baş nizane. Divê mirov bizanibe di binê van axaftinan de çi heye. Wexta Sovyet hilweşîya, kapîtalîzmê propagandayek kir û got wê kapîtalîzm bi pêş bikeve, tu alternatîfa vê pergalê tune. Dema Sovyet hilweşîya pergala modernîteya kapîtalîst xwest li cîhanê hegemonyaya xwe çêbike. Ji bo vê jî stratejiyek nû ava kir. Bi navê ‘Pergala Cîhana Nû’ pergalek çêkir. Armanca vê pergalê ev bû ku hegemonyaya li ser cîhanê zêdetir bike. Ji bo ku hegemonyaya xwe çêbike, divê Rojhilata Navîn bi dest bixe. Pergala modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn encam bi dest nexistiye. Vê stratejiyê xwest ku encamê bistîne, ji bo vê jî girêdayî vê stratejiyê ji bo Rojhilata Navîn projeyek danî, jê re gotin, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin. Da ku bikaribin Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe, berjewendiyên xwe rêxistinî bikin, da ku bikaribin li cîhanê jî hegemonyaya xwe qeyîm bikin. Ê niha sîstema modernîteya kapîtalîst, xwedî saziya bi navê NATO'yê ye. Ew sîstemê diparêze. Sîstem dixwaze li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe çêbike da ku li cîhanê jî hegemonyaya xwe ava bike. Ji bo vê jî rol dikeve ser milê NATO'yê. Piştî ku Sowyet hilweşiya NATO ji bo xwe dijminê nû çawa tespît kir? Jê re got, ''terorîzm''. Berê Sowyet bû, sosyalîzm bû, vê carê got NATO li dijî terorîzmê disekine. Terorîzm li kûderê ye? Li Rojihilata Navîn e. Ji bo vê gotin li Rojhilata Navîn li dijî terorîzmê em ê têbikoşin. Li dijî terorîzmê, têkoşîn, şer, wesfê kê ye? Yê NATO'yê ye. Ji bo vê ev axaftin çêdibin. Sîstema modernîteya kapîtalîst kî temsîl dike? Amerîka. Amerîka li Rojhilata Navîn çi îradeyê siyasî ya li derveyî xwe qebûl nake. Ê ku heyî dixwaze hemûyan bişkîne teslîm bigire, da ku bikaribe hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê hegemonyaya xwe ava bike. Di salên 90'î de ji bo vê jî mudahele kir. Ji bo ku mudaheleyê geş bike û armancên xwe pêk bîne, li pêşiya vê astenga mezin kî bû? Rêber Apo bû. Çikû îradeyeke mezin a siyasî ji bo wan pirsgirêkeke giran bû. Lazim e vê pirsgirêkê çareser bibe da ku bikaribe stratejiya xwe rê ve bibe. Heke li ser Rêber Apo, di şexsê Rêber Apo de ji bo gelê Kurd, ji bo gelê mintiqê komploya navnetewî pêk anîbin, ew jî girêdayî vê stratejiyê ye. Heke îro li ser Rêber Apo tecrîd hatibe danîn ji bo vê datînin. Vê tecrîdê ne Tirkiye datîne, pergal datîne. Sîstema Imraliyê sîstema modernîteya kapîtalîst e. Li ser Rêber Apo tecrîdê datînin, zextê li ser dikin da ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn îradeya gelan dernexîn holê, da ku tekane îrade ya sîstema modernîteya kapîtalîst be.

DADGEHA BILIND A BELÇÎKAYÊ BIRYAREK DA. GOT, ''PKK NE RÊXISTINEKE TERORÎST E''. EV BIRYAR BERÊ HATIBÛ STANDIN LÊ DEWLETA TIRKIYÊ ÎTÎRAZ KIRIBÛ LI SER ÎTÎRAZA DEWLETA TIRK DADGEHA BILIND EV BIRYAR DABÛ. EV TÊ ÇI MANEYÊ, GIRINGIYA VÊ ÇIYE?

Rast e, dadgeha Belçîkayê biryareke wiha da. Dawî jî biryareke wiha dan lê ev tam biryara dawiyê ye. Lê biryara ku dane baş e, di cih de ye. Ew biryarên ku li dijî PKK'ê, Ewropa, Amerîka pêş xistin biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Ne exlaqî ye û ne însanî ye jî. Bi temamî siyasî ye. Yanî ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin ew biryar dan. Tirkiyê xwest û wan jî pêk anî. Xwestin bi vêya jî şerê Tirkiyê û Kurdan geş bikin, ku bi vê hem Tirkiyê qels bikin, hem Kurdan qels bikin, mecbûrî xwe bikin û li ser herdu aliyan jî siyaseta xwe bikin. Tirkiye dewletek e, gelek derfetên xwe hene, heke li dijî PKK'ê ew biryar standibin, bi vê dikarin li ser Tirkiyê tesîrê bikin, tawîzan bistînin, dikarin gelek derfetan bi dest xwe xin. Ev biryar ji bo vê standin. Bi temamî biryareke siyasî ye, bê exlaqî ye. Niha PKK'ê têkoşînek da. Vê têkoşînê hem rastiya PKK'ê û hem jî ya Tirkiyê nîşan da. Derkete holê terorîstê esil dewleta Tirkiyê ye. Dewleta Tirkiyê qira gelan tîne. Ser Rûman ev kir, li ser Ermenan ev kir, Asûr û Sûryaniyan, li ser Yahûdiyan, Çerkezan, li ser Elewiyan, li ser Êzîdiyan, tewr jî li ser Kurdan vê siyaseta qirkirinê dike. Dixwaze vê temam bike. Ji bo vê jî hem qanûnên xwe, hem yên navnetewî binpê dike, şerekî psîkolojîk ê taybet, bêsînor dike. Têkoşîna PKK'ê rastiya vê dewletê derxiste holê, ku dewleteke terorîst e û Kurd têkoşîneke însanî, exlaqî, edelatê dikin. Civaka Kurd li Ewropayê civakeke mînak e ji bo her kesî. Ne PKK û ne jî gelê me li dijî Ewropa, li dijî Amerîkayê tiştekî ku wan nerehet bike nekiriye. Yanî ji bo ku bikin lîsteya terorîzmê ti çalakiyek nekirine. Gelê Kurd jî û PKK jî çi datînin ber xwe? Azadiya jinê, azadî û biratiya gelan, hemû heq û hiqûqê gelan datînin ber xwe. Her kesî ev dît. Dîsa bi taybet, hem Ewropa û hem Amerîka dîtin ku PKK li dijî DAIŞ'ê sekinî. Mirovahî parast, Ewropa parast. Ewropa deyndarî PKK'ê ye. Ev derkete holê. Herekete terorîst naçe Ewropayê li dijî DAIŞ'ê naparêze. PKK'ê, şervanên PKK'ê, jinên PKK'yî, gelê PKK'yî hemû bi hemû derfetên xwe berevanî li mirovahiyê kir, berevanî li Ewropayê kir li dijî DAIŞ'ê. Ev jî dîtin. Nexasim gelê Ewropayê ev dît. Dewletên Ewropayê jî hem dîtin ku têkoşîna PKK'ê rastiya dewleta Tirkiyê derxiste holê, hem gelê Ewropayê rastiya PKK'ê û dewleta Tirkiyê fêhm kir, li gel PKK'ê, li gel Kurdan disekinin, dijî Tirkiyê disekinin. Ji bo vê dîtin ku êdî ew biryara siyasî ku li dijî PKK'ê standine nikarin lê xwedî derkevin, nikarin rê ve bibin. Ji bo vê êdî ew biryar nameşe. Belçîka ev biryar dabe ji bo vê daye. Texmîn dikim ew biryar ne tenê ya Belçîkayê ye. Belçîka dewleteke di nav Yekîtiya Ewropayê de ye, hinek dewletên Ewropayê jî, hinek parlamenter jî tevlî vê biryarê nabin. Bang jî dikin dibêjin PKK lazim e ji nav vê lîsteyê derkeve. A rast jî ev e. Banga min jî ji bo Ewropayê, ev biryara ku Belçîkayê daye ji bo xwe esas bibînin. Wê biryara li dijî PKK'ê rakin, xwe ji şermekê xilas bikin.

TÊ GOTIN MÎT'Ê RAPOREK DAYE TAYYÎB ERDOGAN Û DIBÊJIN JI BO KU ABORÎ HILWEŞIYAYE, XIZANÎ HEYE, BÊKARÎ HEYE, EDALATA CIVAKÎ KÊM BÛYE, SEDEMÊN HWD. TÎNIN ZIMÊN Û DIBÊJIN HER KÊLÎ DIBE KU TEQÎNEKE CIVAKÎ LI TIRKIYÊ PÊK WERE. DERBARÊ VÊ RAPORÊ, ZEXTÊN GIRAN Û TUNDIYÊ, CINAYET, ÊŞKENCE, TECAWIZÊ YA LI KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ HÛN ÇI DIBÊJIN?

Yanî ku li Tirkiyê hinek pirsgirêkên siyasî, civakî, exlaqî, aborî her ku diçe zêde dibe, siyaseta dewleta Tirk a li dijî Kurdan e. Dewleta Tirkiyê li dijî Kurdan siyaseta tinekirinê, qirkirinê dike. Hemû îmkanên Tirkiyê dike xizmeta şer. Da ku bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe ji holê rake. Ji bo vê ev pirsgirêk li hemû Tirkiyê her ku diçe mezin dibe. Sedem ev e. Heta ku vê siyasetê bernedin li Tİrkiyê ti caran ev pirgirêk kêm nabin û ji holê ranabin. Her ku biçe wê mezintir bibe û kûrtir bibe û giran bibe. Lazim e gelê Tirkiyê vê baş fêhm bike. Kurdan ev fêhm kiriye. Çepgirên Tirkiyê, demokratên Tirkiyê, rewşenbîr, hunermendên Tirkiyê her ku diçe vê baştir fêhm dikin. Lê lazim e gelê Tirkiyê tevahî vê baş fêhm bike. Heke dixwaze ji van pirsgirêkan xwe xilas bike lazim e li dijî siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan derkeve, bibêje, 'êdî bes e, ev siyaset ne tenê Kurdan tine dike, me jî tine dike'. Wê wextê ew siyaset nameşe, wê wextê gelê Tirkiyê dikare ji nav van pirsgirêkan derkeve. Li Tirkiyê desthilatê berê jî, partiyên berê jî, gelek zilamên xwe di nav dewletê de, di saziyên dewletê de bi cih dikirin. Lê ti caran weke AKP û MHP'ê nekirin. Niha AKP, MHP, yên ku ne di xizmeta wan de ne hemûyan ji bo xwe dijmin dibînin. Ji hemûyan re dibêjin, 'xayin, hûn li dijî Tirkiyê ne' û hemû derfetan ji dest wan distînin. Hemû derfetên jiyanê, siyasetê ji dest wan distînin. Derfetên Tirkiyê dide belkî sedî 15-20'an ê AKP'ê û MHP'ê. Ê ku li derveyî AKP û MHP'ê û xizmeta wan nake belkî sedî 80'ê ye li Tirkiyê. Van ji hemû derfetan bêpar dihêlin. Ji bo vê ew sedî 20 ji derfetên Tirkiyê sûd werdigirin, her ku diçe zengîn dibin, sedî 80'ê jî her ku diçe feqîr dibe û ber bi mirinê ve diçe. Tirkiye ketiye vî halî. Parçebûneke mezin çêbûye. Ti caran di dîroka Tirkiyê de civak wiha parçe nebûye. AKP-MHP ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin, ji bo qirkirina Kurdan temam bike, şer li hundir û derve bimeşîne şer hem li Tirkiye hem jî li derveyî Tirkiyeyê mezintir dike. Bi xurtkirina şovenîzm û nîjadperestiyê dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Eger li Tirkiyeyê nîjadperestî bi vî rengî xurt e, ji ber vê ye. Li ser vê yekê dimeşe. Lewma şer hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê her diçe xurt dike. Ev şer ji ber ku li derve û hundir encamê nade, desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ber bi mirinê ve diçe. Çima? Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd dimeşîne, berxwedaneke dîrokî ye. Ne tenê ji bo xwe dimeşîne, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê û herêmê vê dimeşîne. Nahêle ku Erdogan-Bahçelî vê siyasetê bimeşîne, sîstema xwe ava bike. Her ku diçe vê sîstemê pûç dike, têk dibe. Niha jî gihîştiye qonaxeke welê ku êdî ev desthiladarî ber bi mirinê ve diçe. Her kes vê dibîne û tîne zimên. Eger Kurd, hêzên demokrasiyê yên li dijî desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ne, eger tifaqa xwe xurt bikin dikarin encamê werbigirin. Pirsgirêk di kî derê de ye? Yê ku serokatiyê ji hêzên demokratîk re bike, pêşengiya wê lawaz e. Mûxalefeta CHP'ê li ber çavan e, nikare mûxalefetê bike, nikare wê hêzê bigihîne hevdu. Erdogan û Bahçelî ji vê feydeyê dibîne. Eger piçek hêzên demokrasiyê xwe komî ser hev bike, têbikoşin ew desthilatdarî wê li ser serî biçe.

LI DERSIMÊ TECAWIZÎ ZAROKAN TÊ KIRIN. BI DEHAN BÛYERÊN WISA HENE, LÊ TIŞTEK NAYÊ KIRIN. EV KES VÊ CESARETÊ JI KU DIGIRIN Û ARMANCA VAN POLÎTÎKAYÊN TECAWIZKER, QIRKER ÇI YE?

Siyaseta tecawizê siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye. Ne siyaseta hinek şexsan e. Dewleta Tirkiyeyê vê siyasetê bi taybetî li ser Kurdan dimeşîne. Dema mirov baş lêkolîn bike, tecawiz li ser zarokan û jinan li Kurdistanê bi giranî li Kurdistanê vê siyasetê dimeşîne. Ew siyaseta qirkirina Kurdan e. Ew siyaseta şerê taybet ê psîkolojîk e. Dixwazin îradeya civaka Kurd, mirovên Kurd bişkînin. Ji ber wê li ser zarokan û jinan tecawizê dikin. Tecawiz lazim e bibe sedema ku serhildan çêbibe. Wer kes bêdeng nemîne, veneşêrin. Eger bêdeng bimîne, veşêre ew tam xizmetê ji siyaseta qirkirinê, şerê taybet, psîkolojîk dike. Ji ber ku ew dixwazin veşartî bimîne. Ev siyaseta faşîzmê ye. Faşîzm êrişî exlaqê civakê, mirovan dike. Exlaqê dişikîne, bêexlaq dike. Va dibe bingeha faşîzmê. Desthilatdariya faşîst li her cihî bi vî rengî kiriye. Desthilatdariyên ku dagirkeriyê qirkirinê dimeşîne li hemû cihan bi vî rengî kirine. Îro li Kurdistanê jî fûhûş, eroîn, tecawiz ji aliyê dewletê ve tên kirin. Bi vê dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne. Ji ber vê gelê Kurd lazime zanibe ku ew siyaset siyaseta şerê taybet psîkolojîk e, siyaseta qirkirinê ye, ku Kurdan têk bibe. Ji ber ku tecawiz îrade şikandine, bêîradekirin e. Çiqasî vê bike, wê ewqasî jî li dij dagirkeriya Tirk sekinîn çênebe. Wê demê bi hêsanî dikarin qirkirinê bikin, dikarin desthilatdariya xwe li Kurdistanê pêk bînin. Gelê me lazim e li dijî vê li exlaq xwedî derkeve, li çanda xwe xwedî derkeve, li zarokên xwe, li xwe xwedî derkevin. Li dijî tecawizê rabe ser piyan. Ne tenê li cihê ku tecawiz bûye, li hemû cihan, li hemû bajaran gel eger rabe ser piyan wê demê ew siyaset têk diçe.

LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ JÎ DI ÇARÇOVEYA SIYASETA QIRKIRINÊ DE NIHA ÊRIŞÊN GELEKÎ MEZIN HENE. HETA TABELAYEKÊ JÎ QEDEXE DIKIN. LI HEMBERÎ VÊ JÎ JI BO XWEDÎDERKETINA LI ÇAND Û ZIMAN KAMPANYA HENE. REWŞENBÎR Û NIVÎSKAR BI GIŞTÎ, PÊŞENGÊN CIVAKÊ, GEL BI XWE JI BO VÊ DIKARE ÇI BIKE?

Li Amedê du rojan rewşenbîrên Kurd, hunermend, nivîskarên Kurd, welatparêz, siyasetmedarên Kurd civîn pêk anîn. Li ser zimanê Kurdî. Yê ku ew civîn çêkir, yên tevlî bûn, yên ku ew têkoşîna bi rûmet kirin ez hemûyan silav dikim, wan pîroz dikim. Bi rastî îro li ser zimanê Kurd, çanda Kurd qirkirineke mezin heye. Dibe ku berê jî dihate kirin, lê belê AKP-MHP vê siyaseta asîmîlasyonê bêsînor dimeşîne. Bi hemû îmkanên Tirkiyeyê vê siyasetê dimeşîne, dixwaze Kurdan ji holê rake. Dibe ku piştî plana Şerq Islahat ku kî bi Kurdî diaxivî cezayê pere yê giran didanê, milet ditirsandin ku ji aliyê aborî jî nikaribin rakin û dest ji Kurdîtiyê berdin. Îro ji wê girantir tên ser zimanê Kurd. Dibe ku ji aliyê madî ve ceza nadin, lê belê tirseke mezin afirandin. Kî bi Kurdî biaxive, ya bi Kurdî li stranekê guhdarî bike lînç dike, dixe zindanan. Bi temamî qedexe kirine. Kurd ditirsin ku bi Kurdî jî li cihekî çend gotinan bêjin. Ji ber vê yekê rewşenbîrên ku li Amedê ji bo zimanê Kurdî kom bûn û hin biryar wergirtin ez wan ji ber wê pîroz dikim. Tam jî di vê demê de pêkanîna wê civînê di cih de ye. Ji ber vê yekê lazim ew biryarên wergirtine di wê civînê de nemîne, li tevahiya civaka Kurd belav bikin, bi pêş bixin. Her mirovekî Kurd jî lazim e li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derkeve. Bi Kurdî biaxivin, binivîsînin û hîn bibe. Zarokên xwe, cîranên xwe hîn bikin ku bi Kurdî binivîsînin, bixwînin, biaxivin. Ti carî lazim e zimanê dagirkeriyê qebûl neke li ser xwe, çanda wan qebûl neke. Li ziman û çanda xwe di nava her şert û mercî de xwedî derkevin. Ew dixwazin çand û zimanê Kurd ji holê rakin, Kurd jî lazim e vê bike sedem ku ziman û çanda xwe xurt bikin. Ev jî şerek e, şerekî pir mezin e. Eger ziman û çand biçe Kurd dimirin. Eger Kurd naxwazin bimirin, wê demê divê li çand û zimanê xwe bi xurtî xwedî derkevin. Li dijî asîmîlasyonê bisekinin.

AMBARGOYA LI SER WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ YAN JÎ MEXMÛRÊ DEWAM DIKE. SEMBOLA GELÊ BOTANÊ, RADESTÎ QEBÛL NEKIRIN. VÊ GAVÊ JÎ JI BER KU RADESTIYA SIYASETA DAGIRKERAN QEBÛL NAKE AMBARGO LI SER WAN HEYE. HÛN JI BO REWŞA MEXMÛRÊ Û GELÊ WÊ DIXWAZIN ÇI BÊJIN?

Yên li Mexmûrê ne gelê Botan e. Dewleta dagirker qirker hat ser wî gelî, xwestin ku xiyanetê li xwe bikin, têkevin xizmeta Tirkiyeyê, çetetiyê bikin. Vî gelî ew qebûl nekir, li xwe xwedî derket, hemû zilm da ber çavan, daxwaza Tirkiyeyê qebûl nekir. Ji ber wê jî ji Botanê derket û berê xwe da Başûr. Ji ber ku dît ku li Başûr desthilatdariya Kurdan heye. Got 'ez biçim Başûr, ew zilma ku li ser min dibe li wê derê wê nebe, ez li wê derê dikarim bi Kurdîtiya xwe, bi ziman, çand û nirxên xwe bijîm'. Ji ber wê hatin Başûr. Li gelek cihan jî bi cih bûn, di dawiyê de jî hate Mexmûrê. Niha li Hewlêrê bûyerek çêbû, PDK'ê ew kir sedem û li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî ambargo kir, zext kir. Hîn jî dewam dike. Ev daxwaza Tirkiyeyê ye. Tirkiye dixwaze li ser wê wargehê ew ambargoya zextan bê kirin, PDK jî pêk tîne. Halbûkî PDK jî demekê koçber bû. Ji ber zilma Saddam reviyan çûn li Îranê bi salan man. Koçberî çi ye, baş zanin. Ji ber wê ya ku ji wan dihate xwestin ku koçberiya ku dîtine li ber çavan bigirin, alîkariyê bi birayên xwe bikin. Mirovên li Mexmûrê berê gelekan xizmetê PDK'ê kirin, pêşmergetî jî kirin, şehîdên xwe jî hene ji bo PDK'ê. Eger PDK îro gihîştiye hinek îmkanan, di wê de keda gelê Botanê heye, keda gelê wargeha Mexmûrê heye. Lazim e hurmeta wan bigirtana, alîkariya wan bikirana. Ya ku ji wan dihate xwestin ew bû, ne ku daxwaza Tirkiyeyê pêk bîne. Ew ambargoya ku dikin xizmetê ji PDK'ê re jî nake. Yanî çi Kurd li kîjan beşî dibe bila bibe, li derveyî welat jî kesek wê ambargoyê rast nabîne, qebûl jî nake. Tenê PDK wê ambargoyê dimeşîne. Ji ber çi, ji ber ku dewleta Tirk wê dixwaze. Dibe ku hinekî din jî dixwazin. Niha dibe ku ew wê bixwazin, lê partiyeke Kurd nikare ji bo birayê xwe wê tengaviyê çêbike. Ji wê jî feydeyê nabîne, hata zirarê mezin jî dibîne. Ji ber ku Kurdek bi tenê jî wê qebûl nake. Tiştên ku Kurd qebûl nekin wê çawa xizmetê ji PDK'ê re bike. Wê çaxa xizmetê ji hikumeta Başûr re bike. Ji ber wê baweriya min ew e ku PDK wê êdî wê siyasetê bi dawî bike. Wê ambargoyê, wê zextê rake. Têkiliya xwe bi wargehê re baş bike. Ew dikeve xizmeta PDK'ê, hikumeta Başûr, tevahiya gelê me.

BI DAWÎ BÛ


Mijarên Din