Baxçeyê Rojava..stargeha bi dehan malbat û jêdera sûkên herêmê ye

Baxçeyê Rojava yê ku dikeve gundê Ezîziye yê girêdayî herêma Serêkaniyê wek jêdera qûta bi dehan malbatên koçberîkirî tê hesibandin. Her wiha ji sûkên herêmê re jêdera zebze, şînkahî û fêkiyan e.

Baxçeyê Rojava li gundê Ezîziyê yê girêdayî bajarokê Til Helefê yê herêma Serêkaniyê ye. Baxçe di sala 2014`an de ava bû. Piştî ku YPG û YPJ`ê herêma Serêkaniyê ji komên çeteyan rizgar kirin, şêniyên herêmê bi armanca kêmkirina bêkariyê dest bi vekirina projeyan kirin. Yek ji van projeyan jî avkirina Baxçeyê Rojava bû.

Baxçe yek ji girîngtirîn jêdera sebze û fêkiyên sûkên herêmê û gelek deverên din ên herêma Cizîrê ye. Bi dehan malbatên koçberkirî debara xwe ji baxçe digirin. Di nav baxçe de bi dehan malbatên koçber ji herêmên cuda dixebitin (Reqa, Dêrazor û Efrînê). Ew koçber ji ber kiryarên hovane yên çeteyan û ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk reviyan e.

Rûbera baxçe hezar û 400 donim e. Di baxçe de 4 hezar darên berhemdar ên sêv, karçik, kerez, hinar, tirî, xox, gûz û gelek cureyên din hene.

Li rex darên berhemdar tevahiya cureyên sebzeyan di baxçeyê de tên çandin. Ev zebze di bin hingaran de tên mezinkirin.

Baxçeya Rojava ji sûkên herêmê re jêdera sebze û fêkiyan e

Nûçegihanê ajansa me di nava baxçe de geriya û rewşa baxçe ji berpirsyaran pirsî. Endama rêveberiya baxçe, berpirsa hingaran û seroka komîna Baxçeya Rojava Ahîn Elî destnîşan kir ku malbatên di nav baxçe de dixebitin malbatên koçberkirî ne. Ev mabat ji cihên mîna Dêrazor, Reqa û Efrînê ne. Yek ji armancên avakirina baxçe jî pêşkêşkirina alîkariyê ji wan re û peydakirina cihekî ji bo ku tê de bimînin hate vekirin.

Ahîn diyar kir ku ew berhemên baxçeyê ji fêkî û sebzeyan bi buhayên guncew dişînin sûkên herêmê.

Ahîn diyar kir ku ew wek rêveberî û karker bi hemû hêza xwe kar dikin û wiha got: “Armanca me alîkariya malbatan e. Weke din jî em hertim hewl didin pêwîstiyên şêniyan peyda bikin.”

Di dawiyê de Ahîn ev tişt anîn ziman: “Gelek projeyên din hene em dê di nav baxçeyê de pêk bînin mîna xwedîkirina sewalan, danîna sebzeyan di zivistanê de. Da ku fêkî û sebzeyan di dirêjahiya sê mewisman de bi parêzin û bigihînin. Weke din jî ji bo em pêşî anîna zebzeyan a ji derve bigirin, em bi vê xebatê radibin.”

(şx/bm)

ANAH


Mijarên Din